Li 14 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin

29-08-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qedexe Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê heta 15 rojan 14 dever ji çûn û hatina welatiyan re hat qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê derbarê qedexekirina çalakiyan de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê çûn û hatina 14 deverên li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopya, Basa, Qileban û Elkê hatiye qedexekirin.

Li gor biryarê, qedexeya li wan deveran ji îro heta 12ê Îlonê di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê ya demkî” berdewam dibe.

Hatiye gotin ku nabe di heyama wan 15 rojan de welatî ne bi roj û ne jî bi şev serdana wan deveran bikin.

Çiya û navçeyên ku li gor biryara parêzgariyê hatine qedexekirin wiha ne:

Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn,  Zêrîne, Newala Sar, Çiyayê Încebelê, Devera Oymakkayayê û Devera Tenînê.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia dike ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtîjiyê û her rûdaneke neyînî” hatiye ragihandin.

Ev qedexe di demekê de ye ku beşeke zêde ya xelkê parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dikin.

Navçeyên ku hatine qedexekirin jî bi piranî ew navçe ne ku ajeldar 4 demsalan ajelên xwe lê diçêrînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst