TIRKIYE - 'Bihabûn berê xelkê dide alkola sexte'

07-01-2022
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Qeyrana Aboriyê Bihabûn Alkola Sexte
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Bihabûn û qeyrana aborî her roj beşeke din ya jiyanê dide ber xwe. Desthilata Tirkiye di şeva sersalê de her cor vexwerinên bi alkol û cixare ji sedî 47 biha kir. Cixareya herî erzan bû 21 lîre û 50 quriş. Şûşeyê mezin ê araqê bû 250 lîre. Welatî li hemberî vê bihabûnê nerazîbûneke tund nîşan didin û bang li hikumetê dikin ku xelk tuşî alkola sexte dibe û divê ew biryar paş de bê kişandin.

Bihabûna alkolê kir ku kompaniyên mezin belavkirinê rawestînin. Rêjeyeke zêde ya esnafan dikanên xwe venakin ji ber ku mişterî nayên. Saziyên pêwendîdar bale dikişînin ser xetereyên ku bi vê bihabûnê re dê bikevin rojevê.

Serokê Komeleya Alkolfiroşan Erol Dundar dibêje “Bi salan e em bang li dewletê dikin û dibêjin ku hun bi bihakirnê nikarin bikaranîna alkolê kêm bikin. Heke hun asta rafaha civakê zêde bikin û civakê bextewar bikin bikaranîna alkolo jî wê kêm bibe. Bi bihakirinê hun dê firotina alkola yasayî kêm bikin û rê li qaçaxiyê vekin. Niha gelek companî kar nakin û alkolê belav nakin. Gelek esnafên me dikanên xwe venakin. Jiber ku mal nîn e û naxwazin bi mişteriyan re raberî hev bibin dikanên xwe venakin.”

Piştî bihabûnan, nîvenîv karê dikanên ku alkol û cixare difiroşin ji sedî 80 kêm bûne. Xelk ji ber bihabûnê alkola xwe li malê bixwe çêdike. Ew jî dike ku di sala 2020an de baca ku ji alkolê hatiye berhevkirin nêzikî 3 milyar lîre kêm bibe.

Li gor TUİKê sala çuyî bikaranîna alkolê 20 miyon lître kêm bûye. Di sala 2002an de şûşeyekî alkola xwecihî ku bahiyê wê 8 lîre bû, di deh salan de ji sedî 2 hezar zêde bûye û niha bûye 175 lîre.

Alkolfiroş Îsmaîl Aldemîr got “Ez bixwe 40 sal e vî karî dikim. Min heta niha bihabûneke wiha nedît. Mişterî tên tenê li etîketan dinêrin û diçin. Tevî ku mal di destê kompaniyan de heye bo me nîn in. Karên me ji sedî 70-80 kêm bûne. Niha ji ber ku malê me nîn e, em nikarin bidin mişteriyan jî.”

Welatî li hemberî vê bihabûnê nerazîbûneke tund nîşan didin û bang li hikumetê dikin ku xelk tuşî alkola sexte dibe û divê ew biryar paş de bê kişandin.

Welatî Selahattîn Cîvelek ragihand “Ewqas bihabûn guneh e. Xelkê di malên xwe de fabrîqe avakirine. Ji ber ku nikarin bikirin, bixweçêdikin û difiroşin ê ku nikarin bikirin jî. Paşê jî kî dimire kî dimîne diyar nîn e.”

Welatî Demîr Alî Ertekîn diyar kir “Ez alkolê bikartînim. Lê êdî bixwe çêdikim. Ez nikarim bikirim. Huqmê me lê nabe. Ew ne tu hal e. Tu çareseriyek nîn e welleh.”

Ali Şadî Ozturk got “Heman alkola ku li vir bi 250 lîre tê firotin li Kibris bi 50 lîre ye. Ma tiştekî wisa dibe?”

Li Tirkiye para baca alkolê di nava ya giştî de 3.5 e. Sala çûyî li nava Tirkiye nêzikî 39 milyon lître alkol hatiye firotin. Ew rêje di sala 2011an de 48 milyonbû. Bihabûn li hêlekê bikaranîna alkola yasayî kêm lê ya sexte zêde dike heta sala 2021an salane dora 100 kes bi alkola sexte dimirin. Lê di 2021an de ew rêje 5 qat zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst