Meletî: Dest bi ser 4 hezar û 800 lître alkola sexte de hat girtin

29-12-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Alkola Sexte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê dest bi ser 4 hezar û 800 lître alkola sexte de hat girtin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Ewlehiyê ya Meletiyê ve hatiye belavkirin, tîmên wan li dijî kesên ku alkola sexte berhem tînin operasyonek dane destpêkirin.

Tîman di çarçoeveya operasyonê de bi awayekî hemwext bi ser çend navnîşanan de girtiye û dest bi ser 4 hezar û 800 lîtere alkola sexte de girtine.

Herwiha di operasyonê de 3 kes jî hatin desteserkirin û bi tohmeta berhemanîn û firotina alkola sexte derbarê wan de karûbarên yasayî hatin destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wek her tiştî bihayê alkolê jî di van salên dawî de gelekî zêde bûye.

Kesên ku heza wan li ser vexwarina alkolê heye serî li rêbazên cuda yên wek berhemanîn û kirîna alkola ku li xelk çêdike didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst