Nîqaşên li ser diyarkirina mûçeyê kêmane zêde dibin

06-12-2022
Ferdî Sak
Nîqaşên li ser diyarkirina mûçeyê kêmane zêde dibin
Nîqaşên li ser diyarkirina mûçeyê kêmane zêde dibin
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Mûçeyê Kêmane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi nêzîkbûna serê salê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di vê mehê de yek ji mijarên sereke yên di rojevê de zêdekirina mûçeyê kêmane ye.

Ji ber ku her sal ew mûçe bo sala nû di vê mehê de tê diyarkirin ku niha bi 5 hezar û 500 lîreyên Tirkî, 2 hezar û 285 lîre di bin sînorê hejariyê de ye. Lê  ew pere jî ji ber krîza aborî, bihabûna nirxê pêdiviyên sereke yên jiyanê û di ser de jî bênirxbûna lîreyê Tirkî her ku diçe dihele.

Partiyên opozîsyonê daxwaz ji hikûmetê dikin ku vê rewşê li ber çavan bigire û li gor wê mûçeyan zêde bike.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan got "Zivistan hat, sobe û kombiyên welatiyan pênakevin. Ji ber ku we berîka gel şewitandiye. We cotkar, berhemhêner, karker, esnaf û xanenişîn di bin deynan de hiştine û tim dibêjin em nahêlin enfilasyon bi ser wan de biçe. Madem wiha ye wê demê werin em mûçeyê kêmane bikin 12 hezar û 500 lîre ku pêşniyara HDPê ye."

Konfedaresyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî  roja Dûşemê civîneke taybet bi  mûçeyê kêmane saz kir û daxwaza xwe ya li ser  mûçeyê kêmane  bo  destpêka sala 2023an eşkere kir.

Seroka Giştî ya DÎSKê Arzu Çerkezoglu dibêje "Dema enflasyona xorakê, sînorê hejariyê, rêjeya zêde ya enflasyona xorakê û mezinbûna aborî li ber çavan bê girtin, divê mûçeyê kêmane saf  13 hezar 200 lîre be."

Niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mûçeyê kêmane derdora 296  dolar e. Lê ew mûçe di nav welatên Yekitiya Ewropayê de bi aweyek navendî derdora 930 dolar e. Li gor amarên sendîkaya karkeran zêdeyî ji sedî 50ê welatiyên li Tirkiyê kar dikin, bi  mûçeyê kêmane kar dikin. Di demekê ew rêje di nav welatiyên Ewropayê de ji sedî 4 e. Tirkiye di nav 25 welatên Ewropayê de jî   di rêza 24emîn de ye ku hêza wê ya kar herî erzan e.

Ev daxwazên li ser zêdekirina mûçeyê kêmane di demekê de ne, Serokê Konfedarasyona sendîkaya Karkeran a Tirkiyê ku saziyek nêzîkî hikumetê ye, heftiya borî ragihand, divê mûçeyê kêmane bo  sala bê, ne di bin 7 hezar û 785 lîreyên Tirkî de be.

Biryar e Komîsyona Destnîşankirina Mûçeyê Kêmane ji bo diyarkirina mûçeyê sala 2023an yekem civîna xwe îro Çarşemê saz bike. Civîna duyem a wê komîsyonê di 14ê vê mehê de tê kirin. Piştî civîna sêyem di heftiya dawî ya îsal de, mûçeyê kêmane bo sala 2023an tê eşkerekirin û ji niha ve çavê bi milyonan kedkar û karkerên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li benda wê biryarê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst