Gergerlioglu: Berxwedan jiyan e

06-07-2021
RÛDAW
Nîşan Omer Faruk Gergerlîoglu Serbestberdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Omer Faruk Gergerlîoglu piştî serbestberdana xwe daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Dilê min, rûyê min dikene. Bila rûyê gel jî bikene. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin."

Omer Faruk Gergerlioglu piştî ku ji girtîgeha Şîncanê serbest hat berdan, li Navenda giştî ya HDPê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Di daxuyaniyên xwe de, Gergerliolu serbestberdana xwe wekî serfirazî gel nirxand û spasiya Dadgeha Destûrê kir.

Gergerlioglu got “Ez dibêjim em li kê derê mabûn. Cihê ku em lê mabûn ev der bû. Me digot berxwedan jiyan e. Hevalno jiyana me berxwedan e. me got berxwedan jiyan e. Me got bijî biratiya gelan. Ez ji parlamentoyê wiha derketim û ez ê wiha jî bikevimê.”

Omer Faruk Gergerlioglu axavtina xwe wiha berdewam kir “Ev ne serkeftina me ye, serkeftina gel e. Ez ji vê derê spasiya Dadgeha Destûrê dikim. Pêvajoyek bilez meşand. Di dawiyê de di 1ê Tîrmehê de biryar da. Biryara Dadgeha Destûrê biryarek pir zelal e. Biryar bi yekdengî hate girtin. Divê pêvajoyên darazê şerm bikin. Min dizanibû ku ez mafdar im, niha ew zelaltir e.

Ez di zîndanê de ciwantir bûm, min rih berda, û ji aliyê giyanî ve nû bûm. Dibe ku wan dixwestin me bê tevger bihêlin. Me tu carî gavek paşde ne avêt.

Gava ku min ji polêsên di otomobîlê de re got ku ez ê pêvajoya dadrês bimeşînim, gotin `tu gef li me dixwî.` min got belê ez bi hiqûqê gef li we dixwim.

Li cihê bereday 6 roj zêde me dan razandin. Tevî ku Dadgeha Destûrê di 1ê Tîrmehê de biryareke zelal da jî, 6 rojên din jî me mexdûr kirin. Derketina me nîşana derketina hevalên me yên dinin. Derketina me nîşana wê yekê ye ku dê êrişên li dijî partiya me bidawî bibin.

Dilê min, rûyê min dikene. Bila rûyê gel jî bikene. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst