Erdogan: Rewşa welatên Ewropayê ji ya me xirabtir e

06-04-2022
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Ewropa Enflasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan derbarê bihabûna nirxê kelûpel û pêdiviyên sereke yên li Tirkiyê de ragihand, “Miletê me li market û bazaran rûbirûyî nirxên biha yên ne çaverêkirî dibe. Beşeke zêde ya welatên Ewropayê rûbiriyî tabloyên ji welatê me xirabtir dibin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro 6ê Adara 2022ê di civîna ligel Parlementerên partiya xwe ya li Enqerê de derbarê pêşhatên dawî ên li Tirkiye navçe û cîhanê de axivî.

Erdogan amaje bi wê yekê da ku rêjeya bilind a enfilasyonê û bihabûna nirxan ne pirsgirêka Tirkiyê tenê ye û dibêje “Beşeke zêde ya welatên Ewropayê rûbiriyî tabloyên ji welatê me xirabtir dibin. Rêvebirên welatên herî pêşketî jî ji welatiyên xwe re dibêjin ku dê asta wan a xweşguzeraniyê bikeve. Lê ev yek bo berpirsyariya me ya li beramber welatiyên me nabin hincet.”

Serokkomarê Tirkiyê got jî “Di vê rewşê de armanca me niha ew e ku em hêza kirînê ya welatiyên xwe ku ji ber enfilasyonê û zêdebûna nirxan daketiye, bînin asta berê û bi ser wê jî bixin. Di sersalê de bi zêdekirina mûçeyê kêmane û mûçeyê  karmendan, me ev yek hinekê qerbûkiribû. Di heman dem de me hewil da bi qasî ku ji dest bê bihabûnên cîhanî yên enerjî û xorakê dereng û di çend merheleyan de  bigehe welatiyên me. Lê pêşhatên nû yên di şerê Rûsyayê û Ukraynayê de  de bandorên nû yên nerênî bi xwe re anîn. Bi izna xwedê em dê bi rêbazekê wiha ku welatiyên me di bin barê enfilasyonê de nehêle û me ji armancên aborî  dûr neke ji vê rewşê rizgar bibin.”

Recep Tayîp behsa bandora şerê Rûsya û Ukraynayê li ser aboriya welatên cîhanê  û bi taybet Tirkiyê jî  kir û diyar kir “Şerê li Bakurê Deryaya Reş nehevsengiya bazarên cîhanê gelek zêde kir. Her pêşhateke cîhanî bandorê li me jî dike. Dema em timakariya wan kesên ku hêrsa pere çavê wan reşkiriye  jî li vê yekê zêde bikin, welatiyên me li maket û bazaran rûbirûyî nirxên biha dibin.”

Ev gotinên Erdogan di demekê de ne, li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona Adarê bi rêjeya %5.46 zêde bûye û salane gehişte %61.14, lê Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyona salane %142.63ê ye.

Li gor amarên Sendîkaya Karkeran a Tirkiyê sînorê birçîbûnê yê malbeteke 4 kesî li Tirkiyê 4 hezar û 928 lîre, wate 675 lîre ji mûçeyê kêmane zêdetir e. Beşek ji partiyên opozîsyonê dibêjin di dîroka komarê de yekem car e ku Tirkiye rûbirûyî senaryoyek bi vî rengî dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst