Erdogan: Em dê bihabûna jiyanê û nirxan bi hemû aliyan ji rojeva welatiyên xwe derxin

06-06-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Kabîneya Tirkiyê Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî civîna yekem a kabîneya xwe ya nû ragihand ku ew dê bilindbûna nirxan û rêjeya bilind a enfilasyonê ji rojeva welatiyan derbixin û got: “Di Gulanê de enfilasyon daket jêr ji sedî 40ê. Me berê enfilasyon çawa daxistibe yek reqem em dê careke din vê yekê pêkbînin.”

Kabîneyanû ya Hikumeta Tirkiyê roja Sêşemê 6ê Hezîrana 2023an bi Serokayetiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan yekem civîna xwe saz kir û civîn piştî 4 demjimêran bi dawî bû.

17 wezîrên nû ligel cîgirê Serokkomarê Tirkiyê di civînê de amade bûn.

Serokkomarê Tirkiyê piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê û derbarê naveroka civînê de axivî.

Erdogan ragihand  ku wan di civînê de biryar dane ku bêhnvedana fermî bo Cejna Qurbanê 9 roj bin û got ku dê diyariyên cejnê yên xanenişînan jî berî cejnê li ser hesabên wan ên bankeyê bên razandin.

Recep Tayîp Erdogan amaje bi serkeftina xwe û partiya xwe ya di hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê da û got: “Di vê hilbijartinê de ligel me û hevpeymaniya me hemû Tirkiyê qezenc kiriye. Bijaredeya wan a siyasî çi be bila ew be 85 milyon welatiyên vî welatî qezenc kirine.Em dê li ser hembêz kirina temamiya Tirkiyê berdewam bin.”

Rewşa xirab a aboriya Tirkiyê ji mijarên sereke yên yekem civîna kabîneya hikumeta Tirkiyê bûn û Recep Tayîp Erdogan derbarê vê mijarê de jî got: “Em bi biryar in ku bihabûna jiyanê ku ji ber bilindbûna enfilasyonê çêdibe û bihabûna nirxan bi hemû aliyan ji rojeva welatiyên xwe derbixin. Di Gulanê de enfilasyon daket jêr ji sedî 40ê. Me enfilasyon çawa berê daxistibe yek reqem em dê careke din vê yekê pêkbînin.”

Li ser vegerandina koçberên Sûrî û koçberên welatên din ên li Tirkiyê ku opozîsyon îdia dike hejmara wan derdora 10 milyon e jî Serokkomarê Tirkiyê got: “Em dê ew birayên xwe yên ku xwe ji ber şer û rûbirûbûnan spartina welatê me ligel diayên wan, wan bo vegera bi ewle, bi dilê xwe û bi rûmet teşwîq bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst