Hewlêr (Rûdaw) - Dosyeyên ji bo dadgehkirina 28 parlementerên CHP û HDPê bo parlamentoya Tirkiyeyê hate şandin.
Daxwaza dadgehîkirina 28 parlamanterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komarî ya Gel (CHP) dikin.
Li gor zanyariyan dosyeyên ji bo dadgehîkirina wan hatibûn amadekirin bo parlamantoya Tirkiyeyê hatin şandin.
Di nav parlamenterên HDPê de ku dosye derbarê wan de hatine amadekirin, hevseroka wê partiyê Pervîn Buldan jî heye.
Herwiha li dijî Serokê Fraksiyona CHP li parlamantoya Tirkiyê Engîn Ozkoç jî bi tohmeta bêrûmetkirina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan sê dosye hatine amadekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse