Wezîrên Parastinê yên Îraq û Tirkiyeyê civiyan

05-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îraq Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên Parastinê yên Îraq û Tirkiyeyê li Enqereya paytexata Tirkiyeyê hatin cem hev.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebbas û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li Enqereya paytexata Tirkiyeyê civiyane.

Ebbas berî civînê bi merasîmeke leşkerî li Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ji aliyê Yaşar Guler ve hat pêşwazîkirin.

Piştî merasîma leşkerî wezîrên parastinê yê her du welatan civiyan û piştre jî şandeyên her du welatan hev dîtin.

Pîşesaziya parastinê û leşkeriya herêmê hatin gotûbêjkirin

Li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di civînê de li ser pêwendiyên di navbera her du welatan de û pîşesaziya parastinê û leşkeriya herêmê hatine gotûbêjkirin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di civînê de tekez kiriye ku Îraq û Tirkiye du welatên bira û cîran in ku li heman erdnîqariyê dijîn.

Guler di civînê de di serî de girîngiya avêtina pêngavên hevbeş a di warê “rûbirûbûna terorê û ewlehiya sînoran û pêşvebirina hevkariyê” de aniye ziman.

Guler sersaxî ji Îraqê û gelê wê re xwest

Guler herwiha di civînê ji ber bûyera şewata hola dawetê ya li Hemdaniyeyê ku 122 kesan canê xwe ji dest dabû sersaxî ji Îraqê û gelê wê re xwest.

Ev civîn di demekê de ye artêşa Tirkiyeyê piştî êrîşa PKKyê ya li dijî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, êrişên xwe yên asmanî yên li ser Herêma Kurdistanê zêde kirine.

Ji wê demê ve deverên Metîna, Xakurk, Qendîl û Gareyê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de bi firokeyên şer bi giranî bombebaran dike.

Piştî vê operasyona asmanî Serokkomarê Îraqê Ebdulletîf Reşîd ragihandibû ku ew her êrişeke axa Herêma Kurdistan û Îraqê dikin armanc red dikin.

Reşîd banga rêzgirtina li serweriya axa Îraq li Tirkiyeyê kiribû û gotibû:

“Weke Îranê em dixwazin bi Tirkiyeyê re jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bigihin rêkeftinê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst