Rêjeya welatiyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yên serî li penaberiyê dane ji %150 zêde bûye

05-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Eurostat Penaberî Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêjeya welatiyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yên ku di sala 2022an de ji bo penabertiyê serî li welatên Ewropayê dane li gor sala 2021an ji %150 zêde bûye. Welatiyên Tirkiyê herî zêde ji Almanyayê daxwaza penabertiyê kirine.

Ofîsa Amarên Ewropayê (Eurostat), amarên sala 2022an ên koçberan eşkere kirin. Sala 2022an 58 hezar welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo penabertiyê serî li welatên Ewropayê dane ku 49 hezar kesan cara yekem serî li penabertiyê dane. Ev rêje sala 2021ê 20 hezar bû û Tirkiye di rêza pêncem de bû.

Sala 2022an bi tevahî 996 hezar kesan ji bo penabertiyê serî li welatên Ewropayê dane ku 244 hezar kes ji bo Almanyayê bûne.

Serlêdanên penabertiyê yên welatiyên Tirkiyê bo Ewropayê piştî sala 2016an zêde bûn. Sala 2020an hejmara welatiyên Tirkiyê ku ji bo penabertiyê serî li welatên Ewropayê dabûn ji 14 hezaran kêmtir bû, lê sala 2021an rêjeya serlêdanan ji %45 zêde bû û 20 hezar kes derbas kir. Sala 2022an jî hejmar gihîşte 58 hezar kesan.

Li gor amaran sala 2022an ji bo penabertiyê cara yekem herî zêde welatiyên Sûriyê, Afxanistan, Venezuella û Tirkiyê serî li welatên Yekîtiya Ewropayê dane. Sala 2022an 131 hezar û 970 welatiyên Sûriyê, 113 hezar û 495 welatiyên Afxanistanê, 50 hezar û 50 welatiyên Venezuella û 49 hezar û 720 welatiyên Tirkiyê ji bo penabertiyê cara yekem serî li welatên Ewropayê dane. Piştî Tirkiyê jî welatên Kolombiya, Pakistan û Bangladeşê tên.

Herî zêde ji bo welatên Almanya, Fransa, Îspanya û Awusturyayê serlêdanên penabertiyê hatine kirin. Li gor amarên Yekîtiya Ewropayê jî, sala 2023an zêdetirî 26 hezar welatiyên Tirkiyê ji bo penabertiyê serî li welatên Ewropayê dane.

Sala 2023an Tirkiye di rêza penabertiya bo Ewropayê de piştî welatên Sûriye, Afxanistan, Venezuella û Kolombiya di rêza 5an de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst