Saruhan Oluç: Em serê xwe li ber zordariyê natewînin

05-06-2020
RÛDAW
Serokê Fraksyona HDPê, Saruhan Oluç, Wêne: Rûdaw
Serokê Fraksyona HDPê, Saruhan Oluç, Wêne: Rûdaw
Nîşan Tirkiye HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amed, Stenbol û Enqerê, Partiya Demokratîk a Gelan HDPê li dijî betalkirina parlamenteriya du parlamenterên xwe çalakî lidarxistin. Serokê Fraksyona HDPê jî ragihand, li Tirkiyê “darbeyeke siyasî ji aliyê kesên xwedî kiravat ve” tê encamdan û tekez kir, ew serê xwe li ber zordariyên hikûemtê naçemînin û dê li ser siyaseta xwe ya “komara demokratîk”, “niştimanê hevbeş”, “têkoşîna ji bo aştî, demokrasî û desthilata hiqûqê” berdewam bin.

Îro endam û alîgirên HDPê ji bo perotestokirina girtina herdu parlementerên HDPê Leyla Guven û Musa Farisogullari li Enqere, Stenbol û Amedê meş û çalakî encam dan.

Li Enqerê hejmarek parlamentar û endamên HDPê ku dixwestin derbasî meydana Kizlayê bibin û li nêzîk avahiya Wezareta Dadê daxuyaniyeke rojmanevaniyê bidin, lê li hêzên polîsên Tirkiyê rê li ber wan girtin, bi vê yekê alozî deketin.

Ji ber ku rê nehat dan, ku li ber avahiya Wezareta Dadê daxuyaniyê bidin, girseya HDPê li nêzîk avahiya Wezareta Dadê ya Tirkiyê kom bûn û daxuyanî li wir hat xwandin.

Parlamenter û Seroka Fraksyona HDPê di parlamentoya Tirkiyê de, Sarruhan Oluç di konferanseke rojnamevanî de ragihand, desthilatdariya niha ya li dijî siyaseta demokratîk, hiqûq û siyasetê “darbe” pêk aniye û diyar kir, helbet ev ne pêvejoyeke nû ye û Serokomariya Tirkiyê bi bikaranîna fişar û zordariyê li ser dadgehan û saziya dadê tometbar kir.

Sarruhan Oluç got, |dûrxistina parlamenteriya HDPê nedestûrî û neyasayî ye” û diyar kir, ew serê xwe li hember zext û zordariyên desthilata li Tirkiyê natewînin û tekez kir, ew dê li ser rêbaza xwe ya têkoşîna ji bo aştî, demokrasî û desthilata hiqûqê berdewam bin.

Oluç da zanîn, desthilatdariya niha ya li Tirkiyê, hemû samanên welat ji bo berjewendiya xwe û parastina desthilata xwe bikar tîne û got, ewa niha li Tirkiyê rû dide, “darbeyeke siyasî ji aliyê kesên xwedî kiravat ve” ye.

Serokê Fraksyona HDPê di parlamentoya Iraqê de herwiha destnîşan kir, ew dê ji bo “komareke demokratîk” û “niştimana hevbeş” bi rijdî û berdewam têkoşînê bikin û pêngavan paşde nahavêjin.

Sarruhan Oluç wiha axivî: “Derbe heye. Desthilatdariya niha dijî siyaseta demokratîk, hikûqê û siyasetê derbe dike. Ev ne pêvajoyeke nû ye bêgûman. Lê duh li Parlaamentoyê mafê parlamenteriya 3 parlamenteran li ser fermana Serokê AK-Partiyê ji dest wan hate standin. Bi vê fermanê Destûr hatiye binpêkirin û biryareke hiqûqî nîne.Yek aramanca vê desthilatdariyê heye, armanca vê desthiltdariyê parastina desthilatdariya hiqûqê nîne, armanca vê desthiladariyê parastina hikûqa serdestan e. Armanca vê desthilatdariyê ew nîne ku dadperwerî cîbecî bibe. Ew xema parastina kursiyên xwe û berjewendiyên alîgirên xwe dixwin. Lê digel her zext û zordestiyê em dest ji siyaseta demokrastîk bernadin. Xwe naçeminîn û çok dananin. Emê ji bo komareke demokratîk û niştimana hevbeş bi rijdî û berdewamî têkoşîn bikin û pêngavav paşde nahavêjin.”

Li aliyekê din, biryar e Komîteya Rêveber a HDPê jî derbarê betalkirina parlamenteriya du endamên xwe îro bicive û têkildarî rewşê nirxandinekê bike. Tê çaverêkirin ku Komîteya Rêveber a HDPê têkildarî mijarê daxuyaniyekê belav bike.

Parlamentoya Tirkiyê duh Pêncşemê, parlamenteriya du endam parlamenên HDPê Leyla Guven û Musa Farisoglullari betal kir û piştre her şeva bihorî herdu parlamenter hatin girtin û bo zindanê hatin veguhastin.

Tevî wan parlamenterên HDP, mafê parlamenteriyê yê parlamenterê CHPê yê Stenbolê Enis Berberoglu jî hatibû betalkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst