
Ozgur Ozel bi Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê yê Raportorê Tirkiyeyê Sanchez Amor re civiya / Wêne: AA
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel bi Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê civiya û got, “Çanda demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ji ya hinek welatên endamên Yekîtiya Ewropayê bi pêştir e.”
Serokê CHPyê Ozgur Ozel îro li ser vexwendina Koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê çû Brûkselê.
Ozgur Ozel li Brûkselê, Koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê ziyaret kir û bi Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê yê Raportorê Tirkiyeyê Sanchez Amor re civiya.
Ozel di civîna Koma Sosyalîst û Demokratan de jî axivî û amaje bi wê yekê kir ku têkoşîna wan û ya Yekîtiya Ewropayê hevdû digire û wek partî baweriya wan bi demokrasî, hiqûq û aramiyê heye.
“Bingeha ku hiqûqê li ser pêya dihêle çanda demokrasiyê ye”
Serokê CHPyê got, “Bingeha ku hiqûqê li ser pêya dihêle çanda demokrasiyê ye.
Çanda demokrasiyê ya Tirkiyeyê ji çend welatên ku nû bûne endamên Yekîtiya Ewropayê bi pêşdetir e.
Em nehiqûqî û tacîzên darizandinê yên li welatê xwe ji nêzîk ve dişopînin û em ji vê pêvajoyê ne razî ne.”
Beriya çend rojan Raportorê Tirkiyryê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor diyar kiribû ku ew banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan erênî dibînin û piştgiriya xwe ji banga Ocalan re ragihandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse