Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ji 1ê Çiriya Pêşîn ve bi daxuyaniyên xwe yên li ser Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan û Kurdan dibe yek ji rojevên sereke yên siyaseta Tirkiyeyê û her hefte çav li gotinên wî ne.
Bahçelî îro careke din di civîna koma partiya xwe de behsa Ocalan kir û ji ser Ocalan peyamek da PKKyê.
"PKK nikare nûnertiya Kurdan bike"
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got:
"Ez bangî hemû xwişk û birayên xwe yên Kurd dikim, PKK nikare nûnertiya Kurdan bike.
Niha bi eşkere hat dîtin ku hinek alî hewl didin wan kesên dixwazin gavekê ber bi pêş ve biçin asteng bikin.
Yên ku doh rêhevalên serokê terorîstan bûn, niha bûne xulamên Amerîkayê.
Em nikarin ji bo neviyên Biden, zarokên resen ên miletê Tirk feda bikin."
"Gotinên Bahçelî tên wateya xweradestkirinê"
Endamên Konseya Rêveber a KCKyê Mustafa Karasu çend rojan berê di hevpeyvîneke xwe ya di medyaya nêzîkî PKKyê de gotinên Bahçelî yên derbarê vexwendina Ocalan a ji bo Parlamentoya Tirkiyeyê û banga wî ya danîna çekan bi bîr xistin û got:
"Gotiye were rêxistina xwe belav bike. Rêxistina xwe belav bike çi ye?
Îradeya siyasî û hêza ramanê ya gelekî ye. 50 sal in ji bo vê yekê têkoşînê dike.
Bi deh hezaran şehîdên wê hene. Dibêje were belav bike. Bi wateyekê dibêje xwe radest bike."
Van gotinên berpirsê PKKyê îdiayên hebûna nakokiyan di navbera Ocalan û PKKyê de xistin rojevê.
"Êdî ti bandora Ocalan li ser PKKyê nemaye"
Yek ji nivîskarên nêzîkî desthilatê Abdulkadîr Selvî li ser gotinên Karasu di nivîseke xwe de anî ziman:
"Derket holê ku êdî ti bandora Ocalan li ser PKKyê nemaye.
Mustafa Karasu bi vê daxuyaniya xwe bandora Ocalan sifir kir.
Em êdî dikarin ji bo Ocalan bibêjin, serokê berê yê PKKyê.
Yên ku dibêjin îradeya Ocalan îradeya me ye, Ocalan bi saxî li Îmraliyê bi nax kir."
DEM Partî jî ku di her derfetê de Ocalan wekî muxatabê sereke yê Pirsa Kurd nîşan dide, li ser heman mijarê hat ser xetê û bêyî ku nav bîne bertek da gotinên Selvî.
"Bêbextî li me tên kirin"
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmoglulariyê got:
“Hinek pênûs hene ku çi li koşkê ji bo guhê wan bê gotin bi hibra xwe dinivîsîn û hewl didin derbarê hêza çareseriyê ya Birêz Ocalan de fitneyê çêbikin.
Ev siyaseta fitneyê bi salan e tê ceribandin lê vala ye û nikarin bi ser bikevin.
Yên ku dibêjin DEM Partî ne li gel çareseriyê ye, ev yek nerast e. Derew û bêbextî ne ku li me tên kirin."
Nîqaşên derbarê nakokiyên di navbera Abdullah Ocalan û PKKyê de, di demekê de ne Ocalan di pêvajoya çareseriyê ya salên 2013 û 2015an di gotûbêj û diyalogên berpirsên PKK, HDP, û Hikûmeta Tirkiyeyê de aktorekî sereke û bi bandor bû.
PKKyê Gulana 2013an li ser daxwaza Ocalan di çarçoveya wê pêvajoyê de hinek hêzên xwe ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî vekişandibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse