Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Birêvebir a PKKyê ragihand ku “Diyar e ku li gel daxuyaniya Rêber Apo ya tê hêvîkirin, dê pêvajoyeke nû dest pê bike.”
Komîteya Birêvebir a PKKyê di salvegera 26emîn a girtina Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de peyameke nivîskî weşand.
Komîteya Birêvebir di peyama xwe de behsa pêvajoya nû û helwesta Abdullah Ocalan kir.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an û 22yê Kanûna Paşîn a 2025an bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn xebatên xwe didomîne.
Şandeya Îmraliyê dê were Başûrê Kurdistanê û çend hevdîtinan bike.
DEM Partiyê diyar kir ku şande dê 16ê Sibatê li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.
Şande dê roja 17ê Sibatê jî here Silêmaniyê û bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî û rayedarên YNKyê re bicive.
Tê gotin ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dê li ser çareseriya pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê bangeke girîng bike.
“Pergala Îmraliyê ya tecrîd, şkence û qirkirinê têk çûye”
Di peyama PKKyê de her wiha hat gotin:
“Em ketin 26emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê û pergala Îmraliyê ya tecrîd, şkence û qirkirinê.
Komploya Navneteweyî bi her awayî hatiye şikandin û pergala Îmraliyê ya tecrîd, şkence û qirkirinê têk çûye.
Pir eşkere ye ku di salvegera 26emîn de dê ronahiyeke dîrokî bi pêş bikeve ku tarîtî werin derbaskirin û pêşî li azadiyan were vekirin.
Em hêvî dikin û bawer dikin ku dê geşedaneke dîrokî rû bide û ji bo her kesî veguherîneke demokratîk pêk were.”
Komîteya Birêvebir a PKKyê di wê baweriyê de ye ku eger aloziyeke cidî û destwerdaneke darbeyî pêk neyê dê ji aliyê Ocalan ve pêvajoyeke nû were destpêkirin.
“Bila dewlet netirse”
Komîteya Birêvebir a PKKyê amaje bi wê yekê kir ku bi vê pêvajoya nû re dê gelek guherîn çêbibin û got:
“Dê PKK û gelê Kurd biguherin, dewleta Komara Tirkiyeyê biguhere, Rojhilata Navîn û hemû cîhan biguhere.
Bila dewlet netirse, Rêber Apo û gelê Kurd dê dewletê xirab nekin, dê girêdayî demokrasiyê bi awayekî zelal ji nû ve ava bikin.
Bila civaka Tirkiyeyê netirse, Rêber Apo û gelê Kurd dê Tirkiyeyê perçe nekin, girêdayî azadiya gelê Kurd dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bixebitin.
Hewlên Rêber Apo û gelê Kurd ên têkildarî azadî û demokrasiyê dê li Rojhilata Navîn û cîhanê ne li hemberî tu kesî bin, dê ji bo her kesî berjewendiyên demokratîk werin esasgirtin.
Diyar e ku li gel daxuyaniya Rêber Apo ya tê hêvîkirin, dê pêvajoyeke nû dest pê bike.
Bê guman her tişt dê bi daxuyaniyekê pêk neyê û her tişt dê ji aliyê Rêber Apo ve neyê kirin.
Wekî ku pirsgirêk ya me hemûyan e, berpirsiyarî jî ya me hemûyan e.
Divê her kes di vê pêvajoya nû de erk û berpirsyariyên xwe rast fêm bike, xwedî lê derkeve û di pratîkê de bi cih bîne.”
Komîteya Birêvebir a PKKyê her wiha bangî Kurdan û aliyên demokratîk ên Tirkiyeyê kir û got:
“Rêber Apo ji nêz ve bişopînin û rast fêm bikin û di pêvajoya nû de bi awayekî xurttir xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse