Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînê ya BETIMARê, ji sedî 73,9ê beşdaran dibêjin "PKK dê çekan daneyne".
Kompanyaya Lêkolînê ya BETIMARê encama rapirsiya xwe ya ku Kanûna Paşîn a 2025an bi hezar û 500 kesî re kiribû belav kir.
Di rapirsiyê de ji beşdaran hatiye pirsîn, "Eger Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan banga çekdanînê li PKKyê bike, li gorî te PKK dê çekan deyne?"
Ji sedî 73,9ê beşdaran gotiye "Na" û ji sedî 26,1ê beşdaran jî gotiye "Erê".
Dengderên partiyan çi dibêjin?
Li gorî dengderên partiyan, ji sedî 54,3yê dengderên DEM Partiyê, ji sedî 14,4ê dengderên AK Partiyê, ji sedî 11,8ê dengderên MHPê û ji sedî 13,9ê dengderên CHPyê dibêjin "PKK dê çekan deyne."
Pirsgirêka herî mezin rewşa aborî ye
Di rapirsiyê de ji beşdaran hat pirsîn, "Li gorî te pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê çi ye?"
Ji sedî 42,9ê beşdaran got "rewşa aborî", ji sedî 23,5ê beşdaran got "enflasyon, bihabûn û giranî" û ji sedî 7,6ê beşdaran jî got "dadwerî û qanûn."
Kî dikare çareser bike?
Her wiha ji beşdaran hat pirsîn kîjan partî dikare van pirsgirêkan çareser bike.
Ji sedî 38ê beşdaran got "Ti partî nikare çareser bike", ji sedî 22,7ê beşdaran got "AK Partî" û ji sedî 16,8ê beşdaran jî got "CHP."
CHP li pêş e
Pirseke din a rapirsiyê ev bû, "Eger yekşema bê hilbijartin hebin tu dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?"
Ji sedî 31,6ê beşdaran got CHP, ji sedî 31,2ê beşdaran got AK Partî, ji sedî 9,1ê beşdaran got MHP, ji sedî 8,8ê beşdaran got DEM Partî, ji sedî 5,1ê beşdaran got ÎYÎ Partî", ji sedî 4,6ê beşdaran got Partiya Zaferê, ji sedî 3,7ê beşdaran got Partiya Yenîden Refahê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse