
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê ÎYÎ Partiyê Musavvat Dervîşoglu / Wêne: AA
Hewlêr (Rûdaw) - Gelo banga danîna çekan û fesixkirinê ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li xwe digire yan na?
Ev pirs niha yek ji mijarên germ ên rojeva siyaseta Tirkiyeyê ye.
Beşeke mixalefetê vê mijarê di pêvajoya nû de wekî karteke guvaşê li dijî desthilatê bi kar tîne.
Serokê ÎYÎ Partiyê Musavvat Dervîşoglu got:
“Dema we ev bangewazî bi Abdullah Ocalan da kirin ma we nizanîbû ku ew bang YPG, PYD û PJAKê li xwe nagire.
Ma hûn ew qasî ji wî eqlê siyasî û eqlê dewletê mehrûm bûn ku îro hûn li Tirkiyeyê van nîqaşan didin destpêkirin.”
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li beramberî van rexneyan doh bêyî ku navê HSD û YPGyê bîne banga danîna çekan û fesixkirinê li hemû komên ser bi PKKyê kir.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler jî anî ziman:
“Divê rêxistina terorê PKK û hemû dûvelankên wê yên li erdnîgariyên cuda û di bin navên cuda de çalak in demildest biryara fesixkirinê wergirin û bilez bê merc çekên xwe radest bikin.”
Li ser mijarê beşek ji berpirsên DEM Partiyê jî li gel hev nakok in.
Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder çend roj berê di bernameyeke televîzyonî de li ser pirsa gelo banga Ocalan YPGyê jî li xwe digire, gotibû “hemû aliyan li xwe digire.”
Lê Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê piştî gotinên Onder ragihand ku di banga Abdullah Ocalan de navê HSDyê derbas nabe û tenê banga danîna çekan li rêxistina xwe PKKyê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse