Antony Blinken li Stenbolê ye

05-01-2024
RÛDAW
Nîşan Antony Blinken Hakan Fîdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo civîna bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re gihişt bajarê Stenbolê.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken çû Tirkiyeyê.

Balafira Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê demjimêr 19:10an gihişt Balafirgeha Stenbolê.

Blinken li balafirgeha ji aliyê çend berpirsên Tirkiyeyê, Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê Jeffry Flake, Konsula Amerîkayê ya Stenbolê Julie Eadeh û çend berpirsên din ve hat pêşwazîkirin.

Roja şemiyê Antony Blinken dê bi hevtayê xwe Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re bicive.

Tê pêşbînîkirin ku di civînê de li ser pêşhatên dawî yên şerê Hemas û Îsraîlê, mijarên herêmî û pêwendiyên dualî yên di navbera her du welatan de werin gotûbêjkirin.

Fîdan roja Çarşemê 3ê Kanûna Paşîna 2024an ragihandibû ku Blinken dê biçe Tirkiyeyê û mêvanê wî ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî roja Pêncşemê 4ê Kanûna Paşîna 2024an ragihandibû ku Antony Blinken bi armanca gotûbêjkirina çend pirsên hestiyar geştekî yek hefteyî ji bo welatên Tirkiye, Yunanistan, Urdin, Qeter, Îmarat, Siûdiye, Îsraîl, Kerta Rojava ya Filistînê û Misirê pêk tîne.

Miller herwiha gotibû ku şerê li Xezeyê, gihandina alîkariyên mirovî û azadkirina dîl û girtiyên Îsraîlî û Filistînî pirsên sereke ne ku di geşta Blinken de bên gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst