Blinken bi Hakan Fîdan û Erdogan re civiya

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Antony Blinken Tirkiye Hakan Fîdan Recep Tayyip Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî civîna xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken doh  ji bo civîna bi hevtayê xwe yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re gihişt Stenbolê.

Hevdîtina Hakan Fîdan û Antony Blinken îro li Koşka Wehdeddînê hat kirin û bi qasî 2 saetan berdewam kir.

Piştî civînê ti daxuyaniyek nehat dayîn.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê piştî civîna bi Fîdan re li heman koşkê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî civiya.

Di hevdîtinê de Hakan Fîdan, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê Jeffry Flake jî amade bûn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî roja pêncşemê ragihandibû ku Blinken bi armanca gotûbêjkirina çend pirsên girîng dê geşteke yek hefteyî bike.

Matthew Miller dabû zanîn ku Blinken dê biçe Tirkiye, Yunanistan, Urdin, Qeter, Îmarat, Erebistana Siûdiyê, Îsraîl, Filistîn û Misirê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst