Hesabê HDPê yê bo alîkariya xezîneyê hat astengkirin

05-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, di doza daxwaza girtina HDPyê de daxwaza Serdozgeriya Komarê ya digot bila dest danin ser hesabên partiyê yên alîkariya xezîneyê, qebûl kir.

Dadgeha Destûra Bingehîn, di doza bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome de, îro Pêncşemê 5ê Çileya 2023yan, li ser serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo biryarê li ser blokekirina hesabên xizîneyê yên partiyê bide civiya.

Dadgeha Destûra Bingehîn di hevdîtina ku dihat plankirin di 6ê Çileyê de pêk were de, biryar da ku hesaba HDPê yê bo alîkariya xezîneyê bi demkî bê  blokekirin.

Cihê balkêşiyê ye ku biryar bû herî dereng 10ê Çileya 2023an budceya alîkariyê li ser partiyan bê dabeşkirin, lê Dadgeha Destûra Tirkiyê civîna xwe pêş anî û biryara xwe eşkere kir.

Di demekê de ku doza girtina HDPê berdewam dike, Bekîr Şahîn 19ê Kanûna 2022an daxwaz kiribû ku budceya alîkariya hilbijartinan ku berî hilbijartinan ji bo kampanyayên hilbijartinan ji partiyên siyasî re tê dayîn bo HDPê neyê dayîn û budceya wê bê qutkirin.

Ev biryara Bekîr Şahîn di nav berpirsên HDPê de bibû sedema karvedanan.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan roja Sêşemê 3ê Çileya 2023an di civîna fraksiyona partiya xwe de daxwaz ji Dadegeha Destûra Bingehîn kiribû ku vê daxwaza Serokê Dadgeha Bilind a Tirkiyê red bike.

HDP sêyemîn fraksyona herî mezin a Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bi dest xist û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksiyonê derketine. Ji 5ê Mijdara  2021an ve bi hinceta “peywendiyên ligel terorê” derbarê wê de doza girtinê hatiye vekirin û doza wê berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst