Erdogan: Armanc ew e ku em Netanyahu neçarî agirbestê bikin

04-05-2024
RÛDAW
Erdogan: Armanc ew e ku em Netanyahu neçarî agirbestê bikin
Erdogan: Armanc ew e ku em Netanyahu neçarî agirbestê bikin
Nîşan Îsraîl Tirkiye Bazirganî Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî zext û guvaşên navxwe yên ji ber şerê Xezeyê Hikûmeta Tirkiyeyê neçar ma bi temamî bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re rawestîne.

Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku asta bazirganiya wan a bi Tel Avivê re 9,5 milyar dolar e û ew ji ber êrişên ser gelê Filistînê dest ji wê bazirganiyê berdidin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman:

“Li vê derê tenê armanceke me heye.

Ew jî neçarkirina rêveberiya Netanyahu ya agirbestê ye ku bi piştevaniya bê merc a leşkerî û dîplomatîk a welatên Rojava ji kontrolê derketiye.

Eger agirbest hat ragihandin û rê hat dayîn ku alîkarî wekî pêwîst bigihin Xezeyê ji xwe armanca me dê pêk bê.”

“Divê em dilopeke avê jî nedin vê rejîma Siyonîst”

Bazirganiya di navbera Tel Avîv û Enqereyê de sala borî 6,8 milyar dolarên Amerîkî bû.

Ji sedî 76ê wê bazirganiyê hinardeya Tirkiyeyê ya li Îsraîlê bû.

Ji sedî 24ê wê jî hawirdeya Tirkiyeyê ya ji Îsraîê bû.

Serokê Partiya Yenîden Refahê yek ji wan kesan bû ku li ser bazirganiya Enqere û Tel Avîvê herî zêde rexne li desthilatê digirtin.

Ji ber wan rexneyan jî di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê de rêjeyeke girîng a dengên oldarên AK Partiyê ji xwe re birin.

Serokê Partiya Yenîden Refahê niha ji biryara nû ya hikûmetê razî ye.

Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan jî got:

“Dereng be jî avêtina gaveke wiha gelekî girîng e.

Me jî wekî Partiya Yenîden Refahê bi taybetî di serdama hilbijartinan de ev yek anîbû ziman.

Divê em dilopeke avê jî nedin vê rejîma Siyonîst ku li wê derê dilopeke avê ji bo zarokên biçûk zêde dibîne.”

Biryara rawestandina bazirganiya bi Îsraîlê re di demekê de ye ku 9ê Nîsanê jî Tirkiyeyê hinardekirina 54 berheman ji bo Îsraîlê sînordar kiribû.

Hikûmeta Tirkiyeyê dibêje heta ku alîkariyên pêwîst ên mirovî negihin Xezeyê û agirbest neyê ragihandin ew ne amade ne bazirganiya xwe bi Îsraîlê re bidin destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst