XEZE - Veguhestina birîndaran û veşartina miriyan bûye diyardeyeke rojane

05-11-2023
RÛDAW
XEZE - Veguhestina birîndaran û veşartina miriyan bûye diyardeyeke rojane
XEZE - Veguhestina birîndaran û veşartina miriyan bûye diyardeyeke rojane
Nîşan Xeze Şer Hemas Îsraîl
A+ A-

Xeze (Rûdaw) - Li bajarê Xezeyê yê bûye qada şerê Hemas û Îsraîlê veguhestina birîndaran û veşartina miriyan bûye diyardeyeke rojane.

Welatî di navbera xema ji destdana xizmên xwe û xema çarenivîsa birîndar û windahiyan de dijîn.

Li gorî amarên fermî, zêdetirî 2 hezar û 100 kesî winda ne ku hezar û 200 jê zarok in.

Ebdulah di xema mirina gelek endamên malbata xwe û saxbûna keçên xwe de dijî ku nêzîkê 40 saetî ye di bin kavilan de ne û hewla rizgarkirina wan tê dayîn.

Şêniyê Xezeyê Ebdulah Ebû Şemale anî ziman:

“Piştî ku ez ji kar vegeriyam min dît ku xaniyê me bi tevahî wêran bûye. Hevjîna min û piraniya endamên malbata min şehîd bûne.

Tevî keçên min 5 kes in, ew jî di bin kavilan de ne. Ez şevê ranezame, hewl didim û diqirîm ku keça min ji bin kavilan derxînin.

Piştî 11 salan Xwedê ev 2 keç dane min ew jî niha di bin kavilan de ne û ez hêvî dikim bikarim wan rizgar bikim.”

Hejmareke zêde ya birîndaran û kesên winda heye

Ehmed jî xwedî heman êşê ye, ew di xema jidestdana hezkiriyên xwe û rizgarkirina xizmên xwe ji bin xirbeyan de ye.

Şêniyê Xezeyê Ehmed Hemûdê jî got:

“Xwişka min û kurê wê yê 3 hefteyî û du keçên din jî ku yek ji wan 7 salî û ya din 5 salî ye şehîd bûne.

Keça wê ya sê salî jî di bin kavilan de maye û çarenivîsa wê ne diyar e.”

Bombebarana berdewam û tund a Îsraîlê rê nade ku tîmên rizgarkirinê xebatên xwe ji bo dîtin û rizgarkirina sivîlan û derxistina wan ji bin kavilan berdewam bikin.

Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîlan Mihemed Siyam li ser kar û xebatên rizgarkirinê got:

“Ji ber ku bombebarana Îsraîlê gelek wêranî bi xwe re aniye, zehmet e em bikarin hejmareke zêde ya welatiyan di nava şev û rojekê de rizgar bikin.

Dema ku em mijûlî derxistina hin kesan in, li aliyê din 10 xanî têne bombebarankirin, ev jî erkê me girantir dike, herwiha kereste û amûrên pêwîst li ber destê me nînin.”

Wezareta Niştecihbûnê ya Filistînê ragihand ku ji ber bombebarana Îsraîlê ji sedî 25ê Xezeyê wêran bûye.

Xelkê Xezzeyê li aliyekî cenazeyên xwe vedişêrin, li aliyekî xema dermankirina birîndarên xwe ne, li aliyekî ji çarenivîsa windahiyan bi fikar in û li benda dema ragihandina agirbestê û rawestandina şer in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst