SÛRIYE - Balafirên şer ên Îsraîlê çend cih bombebaran kirin

12-11-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Îsraîlê baregehên grûpên çekdar ên li Sûriyeyê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişeke esmanî de, balafirên wan ên şer “jêrxana terorîstan” li Sûriyeyê bombebaran kirine.

Artêşê ev jî wek bersiva wan êrişên ku ji wî aliyê sînor ser bilindahiyên Colanê tên kirin bi nav kir.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Berî kêliyekê, wek bersiva çendîn êrişên ser bilindahiyên Colanê, balafirên şer ên Hêza Parastinê ya Îsraîlê, çend bingehên jêrxana terorîstan li Sûriyeyê kirine armanc.”

Roja şemiyê Artêşa Îsraîlê ragihand ku du mûşek ji bo navçeyeke vala ya bilindahiyên Colanê hatine avêtin.

Ti zerereke canî çênebûye û piştî êrişê, zengilê agahdarkirinê ji bo niştecihên navçeyê hatiye lêdan.

Di 48 demjimêrên borî de, cara duyem e ku Artêşa Îsraîlê Sûriyeyê bombebaran dike.

Dronek bi ser dibistanekê de ketibû

Derengê şeva înê, grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê li Sûriyeyê, bi dronan bajarokê Îlatê yê başûrê Îsraîlê kiribûn armanc û dronek bi ser dibistanekê de ketibû.

Piştî destpêkirina şerê Xezeyê, şer û pevçûn û bombebaranên li piraniya navçeyên sînorî yên Îsraîlê ligel Sûriye û Libnanê çêbûye û ji rojhilatê başûr ve ligel Sûriyeyê, grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Sûriyeyê, bi awayekî berdewam navçeyên cuda yên bilindahiyên Colanê dikin armanc.

Ji bakur ve jî, Hizbullaha Libnanê ji navçeyên sînorî yên başûrê Libnanê, berdewam mûşek avêtine navçeyên bakurê Îsraîlê.

Ji dema şerê Xezeyê di navbera grûpên çekdar ên Filistînê û Artêşa Îsraîlê de dest pê kiriye, zêdetirî 11 hezar Filistînî hatine kuştin ku zêdetirî 4 hezar û 500 ji wan zarok bûne.

Herwiha zêdetirî hezar û 400 Îsraîlî hatine kuştin û herî kêm 240 kes jî ji aliyê çekdarên Hemasê ve wek dîl hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst