STENBOL - Hatibû desteserkirin, li nexweşxaneyê mirî hat dîtin

04-04-2024
Nîşan Stenbol Serhat Kahyaoglu Polîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serhat Kahyaogluyê ku li Stenbolê hatibû desteserkirin, jiyana xwe ji dest da.

Serdozgeriyê piştî mirina Kahyaogluyê tesbît kir ku li ser laşê wî gelek birîn hene û lêpirsîn da destpêkirin.

Li gorî nûçeya Sozcuyê, Serhat Kahyaoglu şeva hilbijartinên 31ê Adarê bi demanceyê ji balkona xwe gule berdabû hewayê.

Cîranan gilî kir

Cîranên wî giliyê wî kir û polîs jî çûn û wan xwest Kahyaoglu û hevalê wî destser bikin.

Di navbera polîs û Kahyaoglu gengeşe derket.

Piştre polîsan Kahyaoglu bi darê zorê xist otomobîlê û ji cihê bûyerê dûr xist.

“Polîsan bi dijwarî lê xist”

Hevalê Kahyaoglu ku bi wî re hatibû desteserkirin got:

“Polîsan dema Serhat ji malê derxist, bi dijwarî li wî xist. Serhat diqîriya û digot ‘Li min nexin’.

Polîsan piştî 15 xulekan ew anî cihê ku ez lê dihatim ragirtin lê wê demê Serhat miribû.

Dilê wî sekinîbû. 3 polîsan Serhat kaş dikir û ew anî.”

Agahî ji xizmekî wî re çû

20 xulekî piştî polîs Serhat Kahyaoglu dibe, ji xizmekî wî re hat gotin ku Kahyaoglu li Nexweşxaneya Dewletê ya Samatyayê miriye.

Polîsan îdia kir ku Kahyaoglu xwe ji qata 4emîn a avahiyekê avêtiye û ew miriye.

Li gorî lêkolînên Saziya Tipa Edlî yên destpêkê, li ser laşê Kahyaoglu gelek şopên derbkirinê hene.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Hat zanîn ku şahidên bûyerê îfadeya da lê heta niha derbarê bûyerê kes nehatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst