Bihayê mazot û benzînê dîsa hat zêdekirin

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Benzîn Mazot Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê lîtreya benzînê 2 lîre û 30 kuruş û lîtreya mazotê jî 2 lîre û 17 quruşên Tirkî hat zêdekirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê careke din bihayê benzîn û mazotê zêde bû.

Li gorî medya Tirkiyeyê bihayê benzînê 2 lîre û 30 kuruş û bihayê mazotê jî 2 lîre û 17 kuruş hat zêdekirin.

Bi bihayê nû lîtreya benzînê li Stenbolê bû 36,75 lîre, li Enqereyê 37,42 lîre û li Îzmîrê jî bû 37,59 lîreyên Tirkî.

Herwiha lîtreya mazotê li Stenbolê bû 39,35 lîre, li Enqereyê 39,95 lîre û li Îzmîrê jî bû 40,22 lîreyên Tirkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst