Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî benzînê mazot jî biha dibe

21-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mazot Benzîn Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî bihabûna benzînê îro mazot jî bihda dibe.

Bilindbûne bihayê petrolê li bazarên navdewletî û bilindbûna nirxê dolar li hember lîreyê Tirkî bandorê li bihayê benzîn û mazotê dike.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê duh benzîn bi qasî 1,49 lîreyan biha bû.

Li gorî agahiyan îro jî bihayê mazotê bi qasî 1,76 lîreyan dê biha bibe.

Mazotê li Stenbolê bi qasî 35,48 lîreyan, li Enqerê bi qasî 36,16 û li Îzmirê jî bi qasî 36,40 lîreyan e.

Herî dawî 13ê Îlona 2023an bihayê mazotê bi qasî 2 lîre biha bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst