Piştî mazotê benzîn jî biha dibe

14-02-2024
Nîşan Benzîn Mazot Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê piştî ku duh mazot 2,55 lîreyan biha bû îro jî bihayê benzînê 1,79 lîreyan zêde dibe.

Bi wê zêdebûnê re lîtreyeke benzînê 41 lîreyî derbas dike.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji “ber enflasyona bilind”, “zêdekirina bacan” û “bihabûna petrolê ya li bazarên navneteweyî” mazot û benzîn bi berdewamî biha dibin.

Bihayê petrolê û daketina nirxê lîreyê Tirkî bandorê li bazara Tirkiyeyê dike û rojane tişt biha dibin.

Ev bihabûna rojane jiyana xelkê zehmet dike.

Li gorî agahiyan, îro ji nîvê şevê û pê de bihayê benzînê 1,79 lîreyan tê zêdekirin.

Mazot jî duh 2,55 lîreyan biha bûbû.

Li gorî bihayên nû, benzîn 41 lîreyî û mazot jî 45 lîreyan derbas dike.

Bihayên nû yên benzîn û mazotê li hinek bajarên mezin wiha ne:

Stenbol

Mazot: 44,12

Benzîn: 39,38

Enqere

Mazot: 45,06 qurûş

Benzîn: 40,13

Îzmîr

Mazot: 45,23

Benzîn: 40,34

Amed

Mazot: 45,89

Benzîn: 41,03

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst