Piştî qeyûm pêla qedexeyan berbelav dibe!

04-06-2024
Nîşan Bakurê Kurdistanê Qedexe Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku li Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê qedexe hat ragihandin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Piştî vê biryarê jî li bakurê welêt pêleke qedexeyan dest pê kir û li 11 parêzgehan qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Heta niha li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Sêrt, Bedlîs, Wan, Colemêrg, Agirî, Mûş û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê qedexe hatiye ragihandin.

Di çarçoveya qedexeyan de meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana konan û çalakiyên rûniştinê hatin qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyên parêzgariyan, parêzgehên ku li wan qedexe heye û maweyê qedexeyê bi vî rengî ne:

Amed: Ji 3yê Hezîranê heta 6ê Hezîranê

Colemêrg: Ji 3yê Hezîranê heta 12ê Hezîranê

Mêrdîn: Ji 4ê Hezîranê heta 10ê Hezîranê

Şirnex: Ji 4ê Hezîranê heta 10ê Hezîranê

Êlih: Ji 3yê Hezîranê heta 9ê Hezîranê

Sêrt: Ji 3yê Hezîranê heta 9ê Hezîranê

Bedlîs: Ji 3yê Hezîranê heta 12ê Hezîranê

Wan: Ji 3yê Hezîranê heta 7ê Hezîranê

Agirî: Ji 4ê Hezîranê heta 10ê Hezîranê

Mûş: Ji 4ê Hezîranê heta 10ê Hezîranê

Îdir: Ji 4ê Hezîranê heta 10ê Hezîranê

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş doh bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji kar hat dûrxistin û li Wanê hat desteserkirin.

Heman rojê Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk li cihê wî wekî qeyûm hat danîn.

DEM Partiyê piştî danîna qeyûm biryar da li hemû şaredariyan dest bi nobetê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst