Piştî Colemêrgê li Amedê jî qedexe hat ragihandin

03-06-2024
Nîşan Amed Qedexe Colemêrg Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku li Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin û qedexe hat ragihandin li Amedê jî qedexe hat îlankirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Piştî vê yekê Parêzgariya Colemêrgê jî ragihand ku hemû çalakî dê 10 rojan qedexe bin.

Piştî van biryaran li Ameda Bakurê Kurdistanê jî qedexe hat ragihandin.

Parêzgariya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku qedexeyê îro dest pê kiriye û dê heta heta 6ê Hezîranê demjimêr 23:59an (4 roj) berdewam bike.

Li gorî daxuyaniyê hemû meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana konan û çalakiyên rûniştinê hatine qedexekirin.

Li rexê din, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihandibû ku dê DEM Partî li ber hemû hemû şaredariyan dest bi çalakiya nobetê bike.

Çi bûbû?

Polîsan doh bi şev Şaredariya Colemêrgê dorpêç kir, serê sibehê jî bi ser şaredariyê de girt.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hat desteserkirin.

Piştî van rûdanan Parêzgariya Colemêrgê hemû çalakî qedexe kirin û dê qedexe 10 rojan biajo.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştî van rûdanan ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Li gorî daxuyaniyê, Mehmet Siddik Akiş ji erkê xwe hatiye dûrxistin û Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk wekî qeyûmê Colemêrgê hatiye erkdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst