Bozdag: Yên êrîşî Ahmet Kaya kiribûn li derdora Kiliçdaroglu kom bûne

03-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ragihand ku ew kesên niha li derdora berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dizivirin ew kes in ku di sala 1999an de ji ber gotina stranên Kurdî êrîşî hunermendê Kurd Ahmet Kaya kirine.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê û Berbijêrê Parlamenteriyê yê AK Partiyê yê Rihayê Bekîr Bozdag roja Sêşemê 2ê Gulana 2023an bo propagandeya hilbijartinê serdana navçeya Pirsûsê ser bi parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê kir û li wê derê gotarek pêşkêş kir.

Bozdag amaje bi wan karên ku AK Partiyê li navçeyê kirine da û derbarê mijarên pirsa Kurd û hîcabê de rexne li opozîsyonê girtin.

Bozdag ragihand ku AK Partiyê di dema 20 salên borî de qedexeyên li ser ziman û çanda Kurdî rakirine û got: “ Me Tirkiyeyek wiha çêkir ku em hemû bikarin bi şanazî nasnameya xwe nîşan bidin.”

Bekîr Bozdag ameje bi wê yekê jî da ku niha staranên Kurdî bi azadî li hemû bajarên Tirkiyê tên gotin û wiha pê de çû: “Dema Ahmet Kaya got ez dê straneke Kurdî bibêjim, li vîdeoyan temaşe bikin û bizanin ên ku niha li derdora Kiliçdaroglu kom bûne, çawa êrîşî birêz Ahmet Kaya dikin û çi dibêjin. Niha xelk dikare bi zimanên Kurdî, Erebî, Lazî û zimanên din propagandayê bikin. Em bûn ên ku ew astengî nehiştine. Li tevahiya Tirkiyê dayikan jî nedikarî bi dilê xwe nav li zarokên xwe bikin. Me dawî li vê tiştê anî.”

Di hilbijartina borî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin li parêzgeha Rihayê AK Partiyê ji sedî 52.67, HDPê ji sedî 28.92, MHPê ji sedî 9.28, CHPê ji sedî 3.88 û ÎYÎ PArtiyê jî ji sedî 1.86ê dengan bidest xistibû.  AK Partiyê ji Rihayê 8 kursî û HDPê jî 4 kursiyên Parlamentoyê bidest xistbûn. Herwiha her yek ji CHP û MHPê jî yek kursî biribûn.

Li gor Amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê di hilbijartinên 14ê Gulanê de li parêzgehê mafê dengdanê yê milyonek û 219 hezar û 445 kesan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst