Stenbol: HDP “Konferansa Komara Demokratîk” saz dike

03-02-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Konferansa Komara Demokratîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja Şemiyê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê konferanseke bi navê “Komara  Demokratîk” saz dike û ew konferans dû rojan dê berdewam dike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew dê roja Şemiyê 4ê Sibata 2023an li bajarê Stenbelê yê Tirkiyê konferanseke bi navê “Konferansa Komara Demokratîk” saz bikin û konferans heta roja Yekşemê 5ê Sibata 2023an berdewam dike.

HDP ragihandiye ku ew konferans dê li Navenda Nimayişan a Cem Karaca bê zaz kirin û banga beşdariyê li welatiyan kir.

Konferans roja yekem di demjimêr 9.30an de bi axaftina hevserokên HDPê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan destpêdike û tê de 4 panelên cuda tên birêvediçin.

Panela yekem bi sernavê "Komar: Muhesabeya Sedsalan " di demjimêr 10.10an de destpêdike û Ahmet Turk, Sirri Surreya Onder û çend siyasetmedar û kesayetên din tê de gotarên xwe pêşkêş dikin.

Panela duyem jî bi navê "Dînamîkên Avakirina Komarê 1" di demjimêr 1.30an de destpêdike  e û  têde 3 gotar tên pêşkêşkirin.

Panela sêyem bi  jî her bi navê "Dînamîkên Avakirina Komarê 2" di demjimêr 15.10an de destpêdike û di vê panelê de jî 3 gotarên du da yên derbarê Komara Tirkiyê de tên pêşkêşkirin.

Panela çaremîn bi sernanavê "Serpêjhatiyên Destûrî yên Komarê" 16.50an de dest pê dike û di vê panelê de jî 3 gotar tên pêşkêşkirin.

Roja duyem jî konferans bi 4 panelan berdewam dike.

Panela yekem bi navê "Bi Destpêka Sedsalê: Demokrasî û Komarê" ye û di demjimêr 10.00an de dest pê dike.

Panela Duyem bi navê "Komara Demokratîk Lêgerîna Têkoşînê ya Hêzên Civakî û Siyasî" ye û di demjimêr 12.10an de dest pê dike.

Panela Sêyem jî bi navê "Siberojek Çawa û Komarek Çawa " e û di demjimêr 14:45an de dest pê dike.

Panela dawî jî her bi navê "Siberojek Çawa û Komarek Çawa 2" di demjimêr 16.35an de destpêdike û di 18.30an de diqede.

Biryar e piştî panela dawî danazeneke encamê ya konferansê bê ragihandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst