Hevjînê wê hat dersînorkirin; Jinek bi 3 zarokên xwe re li Stenbolê tenê maye

03-02-2023
Omer Sonmez
Helîme Hemûda, penabera Sûrî bi 3 zarokên xwe re li Stenbolê bê serpireşt maye, ji ber ku Tirkiyê hevjînê wê dersînor kiriye.
Helîme Hemûda, penabera Sûrî bi 3 zarokên xwe re li Stenbolê bê serpireşt maye, ji ber ku Tirkiyê hevjînê wê dersînor kiriye.
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê di demên dawî de penaberên Sûrî bi hincetên cuda cuda bi awayeke ne yasayî ji bo bakurê Sûriyê tên vegerandin. Herî dawî Omer Hemûdê ku 11 sal in li Tirkiyê dijî, dema ku ji bo serxweşiya dapîra xwe ji Sûriyê vedigere, li aliyê Tirkiyê bi hinceta ku “qaçaxcîtiya cixarê” dike tê desteserkirin. Hevsera wî Helîme Hemûd bi 3 zarokên xwe re, ku 2 ji wan astengdar in bi tenê li Stenbolê dimîne. Platforma Mafên Penaberan jî li ser vegerandina penaberan daxuyanî da û got, “li Tirkiyê mijara hebûna penaberan ji bo hilbijartinan tê bikaranîn.”

Helîme Hemûda 33 salî ji Hemaya Sûriyê ye û ew 11 sal in ku bi malbata xwe re li Stenbolê dijî. Ew niha bi 3 zarokên xwe re ku 2 jê astengdar in, bi tena serê xwe maye û tu kes nîne ku debara malê bike. Ji ber ku beriya 2 mehan hevserê wê Omer Hemûd (35), dema ku ji bo serxweşiya dapîra xwe ji Sûriyê vedigere li aliyê Tirkiyê tê desteserkirin.

Omer Hemûd, bi hinceta ku li ser wî 5 pakêt cixare hatiye dîtin bi “qaçaxcîtiya cixarê” tê tometbarkirin. Ew pêşî ji bo navenda vegerandina Hatayê tê şandin û li vir rastê îşkence û miameleya xirab tê, pişt re jî bi qafîleyeke 50 kesî re ji bo kampa penaberan a Sermeda İdlibê tê vegerandin.

Penabera Sûrî, Helîme Hemûd ragihand: “ Pîrika hevjînê min wefat kir, cenazeya wê birin ser sînor dema ku vedgeriyan, hevjînê min ku 5 pakêt cixare pêre bûn, ew girtin û birin û kirin otobusê. Destpêkê birin kampeke Rêhaniyê û piştre dîportî Sûriyê kirin, bê ku ti îmzeyekî bike. Li hevjînê min xistin û bi zorê vegerandin, zarokê min nexweş in. Hevjîn min tenê ji ber ku cixare vexwariye hatiye dîport kirin.”

Platforma Mafên Penaberan ku ji hejmarek saziyên penaberên Sûrî û saziyên civaka sivîl a Tirkiyê pêk tê, li komeleya Umranê li ser vegerandina penaberan daxuyanî dan.

Platform dide zanîn ku ev kiryariyên Tirkiyê binpêkirina hiqûqa penaberan a navneteweyî ye û divê Tirkiye êdî penaberan bi zorê venegerîne welatê wan.

Ehmed Katie, Hiqûqnasê Sûrî dibêje: “Di salên dawî de, hejmareke aliyên siyasî; çi bi ser hikûmetê çi jî yên opozisyonê bin, pirsa koçberan wek amûrek siyasî ji bo armancên siyasî bikar tînin. Ev yek bû sedem ku mafê koçberên Sûrî bê binpê kirin. Di sê salên dawiyê de bi awayekî ne yasayî dîportkirina koçberên Sûrî zêde bûye. Em aştiyê ji bo Tirkiyê dixwazin, her wiha em dixwazin penaberên li Tirkiyê bi aştî û aramî bijîn.”

Li gorî Platforma Mafên Penaberan, herî dawî di 23yê meha Çileyê de komeke 50 kesî bo Sûriyê hatine dersînorkirin. Her wiha platform dide zanîn di nava 2 mehên dawî de, bes li Enqereyê 65 malbatên penaber ên Sûrî ku xwedî nasnameya demkî bûn, hatine desteserkirin û ji bo dersînorkirinê li navendên vegerandina Akyurta Enqere û Oguzeli ya Dîlokê tên girtin.

Platforma Mafên Penaberan, balê dikşîne ser zor û zextên li ser penaberên Sûrî û radigihîne, i siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de mijara hebûna penaberan ji bo hilbijartinan tê bikaranîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst