Li Osmaniyê 3 kes bi hinceta PKKê hatin girtin

02-12-2021
RÛDAW
Nîşan Osmaniye PKK KCK Êlih Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke de ku navenda wê bajarê Osmaniyê yê Tirkiyê bû, ji 6 kesên ku bi hinceta “endamtiya PKKê” hatibûn desteserkirin, 3 kes hatin girtin.

Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya  Osmaniyê di operasyoneke ku navenda wê ji Osmaniyê birêve çû,  bi îdiaya “endamtiya PKK/KCK”, li bajarê Osmaniyê yê Tirkiyê û parêzgehên Riha û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê hevdem bi ser çend navnîşanan de girtin û 6 kes desteserkirin. Piştî wergirtina îfadeyê  kesên desteserkirî bo dadgehê hatin veguhastin.

Li gor zanyariyên li dadgehê 3 kes ji wan bi îdiaya "endamtiya PKKê" hatin girtin û 3 kesên din jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.

Ev di demekê de ye ku vê heyama dawî li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, operasyonên desteserkirinê zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst