Numan Kurtulmuş ji bo guhertina Destûra Bingehîn li deriyê DEM Partiyê da

02-05-2024
RÛDAW
Nîşan Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê AK Partî DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê îro di çarçoveya hevdîtinên guhertina Destûra Bingehîn de bi hevserokên DEM Partiyê re civiya.

Piştî civîna Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan derbarê hevdîtinê de civîneke çapemeniyê saz kir.

Di civînê de Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş got:

“Em dixwazin bi awayekî eşkere û demokratîk xebatên guhertina Destûra Bingehîn bimeşînin û hemû partiyên parlamentoyê li ser wê guhertinê li hev bikin.”

Desthilata AK Partiyê vê dawiyê dixwaze Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê biguhere.

Ji bo bidestxistina piştevaniya grûpên partiyên siyasî yên li parlamentoyê jî dest bi serdanan kiriye.

Numan Kurtulmuş dê îro bi heman armancê bi ÎYÎ Partî û Partiya Saadetê re jî bicive.

“Em dê pêvajoyê bi awayekî eşkere bimeşînin”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş herwiha anî ziman:

“Hevdîtinan roja sêşemê dest pê kir û di wê çarçoveyê de em îro bi DEM Partiyê re civiyan.

Girêdayî vê pêvajoyê me nerînên xwe û çarçoveya kar bi wan re parve kir.

Me ragihand ku em dê vê pêvajoyê bi awayekî eşkere û demokratîk bimeşînin.

Armanca me ew e ku li Parlamentoya Tirkiyeyê bi dengê piranî, xebatên Destûra Bingehîn ku hemû partî li ser li hev bikin bên meşandin.

Derbarê hevdîtinê de bi awayek berfireh piştî ku me hevdîtinên xwe yên bi her sê partiyên mayî re qedandin em dê bi raya giştî re parve bikin.”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê jî di axavtina xwe de got:

“Wekî DEM Partiyê qenaeta me jî ew e ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi nivîsandina destûreke demokratîk heye. Di vê mijarê de me hinek daxuyanî dan.

Em di demekê re derbas dibin ku destûra 12ê Îlonê nayê bicihkirin.

Nêrînên me yên ji bo guhertina destûra 12ê Îlonê û avakirina Tirkiyeyeke demokratîk ji aliyê raya giştî ve tê zanîn.

Helbet di vê heyamê de pêwîstî bi pakkirina rê heye.

Ji bo avakirina pêvajoyeke nivîsandina destûreke demokratîk divê zexta heyî were bidawîkirin, kiryarên nedemokratîk bi dawî bibin, xalên destûrê bên bicihkirin, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin bicihkirin.

Ev hemû ji bo me gelekî girîng in. Em li pêşberî we bêjin ku em bûyerên tundûtûjiyê yên 1ê Gulanê neyînî dinirxînin.

Me bi bîr anî ku di rewşeke wiha de dê zehmetiyên nivîsandina destûrê hebin.

Hêviya me ya mezin ew e ku bi awayekî cidî rê were xweşkirin ji bo ku zemîneke demokratîk bê avakirin.

Divê bi awayekî herî berfireh û jihevtêgihiştineke civakî mafê hemû ol û gelan di çarçoveya welatîbûna yeksan de di destûrê de cih bigirin.”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş roja dêşemê jî bi Serokê CHPyê Ozgur Ozel re civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst