DEM Partî û HUDA PAR: 2 partiyên ku desthilat û mixalefet li ser wan dikevin qirika hev

19-01-2024
Ferdî Sak
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Hilbijartinên Xwecihî DEM Partî HUDA PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî û HUDA PAR 2 partiyên sereke yên siyasî ne ku di hilbijartinan de piraniya Kurdên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengê xwe didin wan.

HUDA PARê di hilbijartinên borî yên Serokkomariyê de piştgirî dabû berbijêrê desthilatê Recep Tayyîp Erdogan.

HUDA PAR dê di hilbijartinên bê yên xwecihî de jî li metropolan û çend bajarên din piştgiriyê bide berbijêrên AK Partiyê.

DEM Partiya ku berdewamiya HDP û YSPyê ye jî di hilbijartinên Serokkomariyê de piştevaniya berbijêrê mixalefetê Kemal Kiliçdaroglu kiribû.

Lê ji bo hilbijartinên xwecihî bi zelalî ne diyar e ka DEM Partî dê piştevaniya berbijêrên CHPyê bike yan na.

Her ku dema hilbijartin nêzîk dibe hem desthilat û hem jî mixalefet wan her du partiyên sereke yên siyaseta Bakurê Kurdistanê di propagandayên xwe de li dijî hev bi kar tînin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di merasîmeke li bajarê Enqereyê de 48 berbijêrên partiya xwe yên şaredariyên parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kirin ku 17 ji wan şaredariyên bajarên mezin in.

Erdogan di axaftina xwe ya destpêka merasîmê de li ser civîna dawî yê ya CHP û DEM Partiyê û hewlên her du aliyan ên ji bo hevahengiya hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê, CHP kir armanc û got:

“Bi raxistina ferşên sor ji bo dûvikên Qendîlê hevkariya xwe bi eşkereyî diyar kiriye.”

“CHP ji aliyê DEM Partiyê ve dîl hatiye girtin”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman:

“Dema Ozgur Efendî ji kursiya kongreyê silav ji terorîstan re şand wê demê bizmarê herî dawî li tabûta wê partiyê da ku Mustafa Kemal ava kiriye.

Çawa ku hêzên emperyalîst rêxistinên terorî bi rê ve dibin, CHP jî êdî di kontola wê partiyê de ye ku li jêr bandora rêxistina dabeşker e û ji aliyê DEM Partiyê ve dîl hatiye girtin.”

Bersiva CHPyê li hemberî van gotinan dereng nema.

Serokwekîlê grûpa CHPyê jî li ser hevkarî û hevahengiya AK Partiyê ya bi HUDA PARê rexne li Erdogan girtin.

Serokwekîlê Grûpa CHPyê Alî Mahîr Başarir got:

“Erdogan di rabirdûya me de Mustefa Kemal Ataturk heye lê di rabirdûya te de ew kes hene ku di şerê rizgariyê de ev welat bi cih hiştine.

Li zirxpoşên Îngilîzan siwar bûne û reviyane Brîtanyayê.

Erdogan di rabirdûya me de Îsmet Înonû heye lê di rabirdûya te de Komeleya Dostên Îngilîzan heye.

Erdogan, ne tu yî yê HUDA PAR aniye parlamentoyê ku digot 'Divê alaya Tirk bibe alayaTirkiyeyê?'”

Kêmtir ji 2 meh û nîvan ji bo hilbijartinên xwecihî mane lê ji niha ve xuya ye ku van hilbijartinan jî DEM Partî û HUDA PAR 2 kartên sereke ne ku dê desthilat û mixalefet wan di propagandayên xwe de li dijî hev bi kar bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst