Rezervên Banka Navendî ya Tirkiyeyê kêm bûn

07-03-2024
RÛDAW
Nîşan Banka Navendî ya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rezervên diravên biyanî yên Banka Navendî ya Tirkiyeyê di hefteyekê de bi kêmbûna 1,9 milyar dolaran daket 20,5 milyar dolaran ku berê 22,4 milyar dolarên Amerîkî bû.

Ji bilî diravên biyanî yên ku bi faîzê wê ji bo welatên din tê dayîn (swap) rezervên net daketiye bin sifirê 40,8 milyar dolaran.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê amarên heftane yên pere û bankê eşkere kirin.

Li gorî amarên herî dawî yên 1ê Adarê rezervên giştî yên Banka Navendî bi kêmbûna 1 milyar û 968 milyon dolaran daket 80 milyar û 511 milyon dolaran.

Herwiha rezervên diravên biyanî 23yê Sibatê 82 milyar û 479 milyon dolarên Amerîkî bû.

Di heman demê de rezervên zêran jî bi zêdebûna 1 milyar û 137 milyon dolaran ji 49 milyar û 271 milyon dolaran derketiye 50 milyar û 408 milyon dolaran.

Bi giştî rezervên Banka Navendî di hefteya 1ê Adarê de li gorî hefteya beriya wê 831 milyon dolaran kêm bûye û ji 131 milyar û 750 milyon dolaran daketiye 130 milyar û 919 milyon dolarên Amerîkî.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê ragihandibû ku ew rêjeya faîzê naguherin û di ji sedî 45ê de dihêlin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst