Rezervên Banka Navendî ya Tirkiyeyê her ku diçe kêmtir dibin

22-02-2024
RÛDAW
Nîşan Banka Navendî ya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rezervên giştî yên Banka Navendî ya Tirkiyeyê bi kêmbûna 719 milyon dolaran daket 134 milyar û 208 milyon dolarên Amerîkî.

Ji bilî diravên biyanî yên ku bi faîzê wê ji bo welatên din tê dayîn (swap) rezervên net daketiye bin sifirê 41.9 milyar dolaran.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê amarên heftane yên pere û bankê eşkere kirin.

Li gorî amarên herî dawî yên 16ê Sibatê rezervên giştî yên Banka Navendî bi kêmbûna 719 milyon dolaran daket 134 milyar û 208 milyon dolaran.

Rezervên diravên biyanî bi kêmbûna 274 milyon dolaran daketiye 86 milyar û 92 milyon dolaran. Herwiha rezervên diravên biyanî 9ê Sibatê 86 milyar û 366 milyon dolar bûn.

Di heman demê de rezervên zêran jî bi kêmbûna 445 milyon dolaran ji 48 milyar û 561 milyon dolaran daketiya 48 milyar û 116 milyon dolaran.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê ragihand ku ew rêjeya faîzê naguherînin û di ji sedî 45ê de dihêlin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst