Girtiyekî Kurd piştî 33 salan hat berdan

02-02-2024
RÛDAW
Nîşan Girtiyên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kasim Karataşê ku ji sala 1991ê ve di girtîgehê de bû hat berdan.

Kasim Karataş sala 1991ê li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê hatibû desteserkirin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Îzmîrê, bi hinceta “xirakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê girtîgehê yê heta hetayî lê birî.

Karataşê ku li Girtîgeha Tîpa Fya Tekîrdagê dihat girtin, piştî 33 salan hat berdan.

Kasim Karataş li ber deriyê girtîgehê axivî û got:

“Bi rastî hestekî nayê ziman e. Ez nikarim bêjim em kêfxweş in.

Bi hezaran hevalên me, bi hezaran siyasetmendarên gelê Kurd di girtîgehê de ne.

Piştî 33 salan ez derketim lê kefxweşiyeke di asta jor de nîne.

Teseliya me ew e ku bi tahliyeya me hevalên me kêfxweş dibin.

Ya duyemîn jî ew e ku em têkoşîna ku xeyalên hevalên me ne pêk bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst