Girtiyekî din ê Kurd piştî 30 salî hat berdan

30-01-2024
RÛDAW
Nîşan Girtiyên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alî Manazê ku 30 salan di girtîgehên Tirkiyeyê de ma hat berdan.

Herwiha hat zanîn ku beriya 6 mehan cezayê Manaz bi dawî bûye lê berdana wî hatibû taloqkirin.

Manaz, sala 1993yan li navçeya Cêlikana Semsûrê ya Bakurê Kurdsitanê hat girtin.

Bi hinceta “xirabkirina yekîtî û yekparçeyiya dewletê” cezayê girtina heta hetayî lê hat birîn.

Manaz, piştî ku 30 salî di çend girtîgehên cuda ma ji Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê hate berdan.

Li gorî nûçeya MAyê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û xizmên wî ew li ber girtîgehê pêşwazî kir.

Beriya 6 mehan berdana Alî Manaz hatibû taloqkirin.

Alî Manaz dema ji girtîgehê derket got:

“Moralê hevalên me yên girtî li gorî pêvajoyê gelekî baş e.

Gelek silavên hevalên me hebûn, xwestin ez ragihînim. Hêviya me ew e ku hemû heval derkevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst