Baroya Amedê: Em bangî Îranê dikin ku rêzê li mafê jiyanê bigire

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Girtiyên Kurd Îdamkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê bidarvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê Îranê ve şermezar kir.

Îranê îro danê sibehê 4 girtiyên Kurd ên bi navên Wefa Azerbar, Muhsîn Mazlûm, Pijman Fatihî û Mihemed Feramerzî ku li Girtîgeha Qizilhîsara Kerecê dihatin girtin tevî hemû bangan jî îdam kirin.

Ev îdamkirin rastî bertekên mezin hatin.

Baroya Amedê jî bertek da îdamkirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd

Baroya Amedê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

“Nûçeya ku li Îranê 4 Kurdên muxalif hatin îdamkirin di raya giştî de cih girt.

Cezayê îdamê; cezayek û kiryareke binpêkirina mafên mirovan û nemirovî ye.

Cezayê îdame ji ber ji ber dema pêkanînê û awayê pêkanîna wê li dijî rûmeta mirovatiyê ye.

Em pêkanînên îdam û înfazê û biryarên ku di encama pêvajoyên darazê yên neadil de bi taybet li dijî mûxalîfên Kurd bi awayekî keyfî hatine girtin şermezar dikin.

Wekî Baroya Amedê, em bang li dewleta Îranê dikin ku li gorî erkên ku di belgeyên navneteweyî de hatine nivîsandin, bi taybetî mafê jiyanê û rêzgirtina nirxên mirovî tevbigerin û civaka navneteweyî jî li hember bidarvekirinê helwest nîşan bide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst