Li parlamentoya Tirkiyê nîqaşa li ser Tahîr Elçî

01-12-2021
RÛDAW
Parlamentoya Tirkiyê
Parlamentoya Tirkiyê
Nîşan Tahîr Elçî HDP AKP MHP Sezgîn Tanrikulu Ebru Gunay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja Sêşemê pêşniyarnameyek bo lêkolînkirina kuştina Tahîr Elçî pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir lê bi dengên parlamenterên AKP û MHPê hate redkirin. Sezgîn Tanrikulu ji parlamenterên AKPê re got, "Bikujên Tahîr Elçî hûn in."

Serokên Koma HDPê li Parlamentoyê Meral Daniş Beştaş ve Saruhan Oluç, ji bo lêkolîneke berfereh li ser kuştina Tahir Elçi bibe, pirsname dane Parlamentoya Tirkiyê.

Berdevka HDPê Ebru Gunay got “Doza vê kuştinê 20ê Adara 2020an piştî kuştina Tahir Elçi bi 4 sal û niv hat qebûlkirin. Dema 111 rojan li cihê bûyerê lêkolîn nehat kirin. Bo vê yekê jî hevsengiya delîlan têk çûye û hinek delîl jî jinav çûne. Ligel ku li gor şahidên bûyerê û dîmenên kamerayên çavdêriyê polîsên ku li cihê bûyerê çek bikaranîn diyar bûn piştî çend meh derbas bûn îfadeya wan hat wergirtin.”

Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu rayedarên dadweriyê bi parastina kujerên Tahir Elçi tohmetbar kir û li parlamentoyê ji parlementerên AKPê re got kujerên rasteqîn yên Tahir Elçi hûn in.

Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu dibêje “Navendekê li vir raportek amade kir. Piştî vê raportê neçar man piştî 3 sal û nîv ev doz hat vekirin. Di yekemîn rûniştina dadgehê de mafê axaftinê bo hevjîna wî Turkan Elçi nehat dayîn. Serokê dadgehê got destpêkê em dê li tohmetbaran guhdar bikin û rê neda ku xwediyê dozê biaxive. Ev di kijan usulê de heye. Eger li Dadgeha Amedê, di rûniştina doza kuştina Serokê Baroya Amedê de, serokê dadgehê hewqasî bêperwa be, li cihê din dê çawa be? Dê çi bibe hevalên hêja. Binêrin ez dibêjim, kujerên Tahir Elçi hûn in.”

Parlamenterê AK Partiyê Ali Ozkaya bersiva rexneyan da û PKK bi kuştina Tahir Elçi tohmetbar kir û pirsî ka çima dema Tahir Elçi hat kuştin ti parlamenterên HDPê li cihê bûyerê nebûn.

Parlamenterê AK Partî Ali Ozkaya got “Îro ev kesên ku ev pêşniyazname pêşkêş kirine çima yek dernakevin û nabêjin ey rêxistina terorîst PKK çima hûn guleyan berdidin xelkê, mirovan. Nikarin bêjin. Ji ber dîlê wan in. Binêrin dîsa dengê wan hat. Min ne got HDP min got PKK, hûn çima diaxivin. Hûn çima diaxivin.”

Yekemîn rûniştina dadgehê li ser dosyeya Tahir Elçi, piştî nêzîkî 5 sal di ser kuştina wî re derbas bûn 21ê Cotmeha 2020an li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di vê dosyeyê de ku çaremîn rûniştin dê 12ê Çileya 2022ê bê kirin 4 tohmetbar tên dadgehkirin ku ji wan 3 kes polîs in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst