Erdogan: Em amadekariyan bo destûra nû dikin

01-09-2021
RÛDAW
Nîşan Recep Tayip Erdogan Serokkomarê Tirkiyê Destûra Nû Dadgeha Bilind Tifaqa Cumhur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê îro li Enqerê di daxuyaniyekê de li ser destûra nû ya Tirkiyê axivî û got, “Em dê di mehên destpêkê yên sala pêş me de, amadekariyên xwe yên derbarê destûra nû de pêşkêşî miletê xwe bikin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan îro 9ê Îlona 2021ê piştî vekirina avahiya nû ya xizmetguzariyê  ya Dadgeha Bilind (Yargitay) li Enqerê gotarek pêşkêş kir.  

Erdogan di gotara xwe de amaje bi wê kir ku ew li ser paketeke nû ya darazê dixebitin û got, "Em dê di sala nû ya edlî de,  ji bo sivikkirina barê saziya me ya dadê û miletê me, li ser reformên xwe yên darazê berdewam bin. ”

Serokkomarê Tirkiyê herwiha destnîşan kir ew ligel şirîka xwe ya desthilatê MHPê amadekariyan, ji bo reşnivîsa destûra nû dikin û got. “Em dê di mehên destpêkê yên sala pêşiya me de, amadekariyên xwe yên  derbarê destûra nû pêşkêşî miletê xwe bikin.”

Recep Tayip Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê, dibêje, “Me ji bo paketeke nû ya darazê dest bi kar kiriye. Hevalên me dê di demekî herî nêz de vê paketê bînin rojeva parlamentoyê. Em proseya destûra nû jî, ji nêz ve dişopînin. Em ligel şîrîka xwe ya Tifaqa Cumhurê  hêdî hedî amadekariyên xwe dikin. Dil  dixwaze ku, em  bi hemû partiyên siyasî re amadekariyên destûra nû bikin. Em di wê bawerê de ne ku  em dê reşnivîseke  bi kêr daxwazên milet were û ji aliyê piraniya miletê me ve bê pejirandin, amade bikin.  Em li benda wê yekê ne ku partiyên din jî di mehên pêşiya me de  reşnivîsên xwe yên li ser   destûrê eşkere bikin. Eger gotûbêj li ser van reşnîvîsan bên kirin û reşnivîseke hevpar bê amadekirin, ev yek    ji bo Tirkiyê bibe qezenceke mezin. Lê tecrûbeyên me yên berê û helwestên niha yên  derbarê vê mijarê de tên pêşanda, gelek hêviyê nade me. Bi çi awayî be bila bibe em bi biryar in ku di mehên destpêkê yên sala pêşiya me de, amedekariyên xwe yên destûrê pêşkêşî milletê xwe bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst