Rêvebirê DEM Partiyê hatibû kuştin: Cerdevanek teslîm bû

12-12-2023
Nîşan DEM Partî Şirnex Ahmet Gun Kuştin Cerdevan Teslîmbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê DEM Partiyê yê Sêgirkê Ahmet Gun di êrişekê de canê xwe ji dest da.

Li gorî îdiayan, êriş ji aliyê Enver B. (60), Omer Y., Siddik B. û kurê wî Ebubekir B. ve pêk hatiye û cendirmeyan derbarê van kesan de lêpirsîn daye destpêkirin.

Li gorî nûçeya MAyê, Enver B. ji bo îfadeyê xwe radestî cendirmeyan kir.

Heta niha her sê gumanbarên din nehatine desteserkirin.

Herwiha tê îdiakirin ku Enver B. û Siddik B. cerdevan in û Ebubekir B.yê kurê Siddik B. jî berê cerdevanî kiriye lê paşê ji cerdevantiyê hatiye avêtin.

Çi bûbû?

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, Rêveberê DEM Partiyê yê Sêgirkê Ahmet Gun, kurê wî û biraziyê wî li gundê Talokanê yê bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebana Şirnexê, rastî êrişê hatin.

Hat zanîn ku Ahmet Gun û zarokên xwe ji bo êzingan çûbûn gundê Talokanê.

Di encama êrişê de Ahmet Gun li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û kurê wî yê bi navê Abdurrahim jî birîndar bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst