Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Bînalî Yildirim diyar kir ku 4 madeyên destpêkê yên destûrê nayên guhertin lê belê pênaseya hevwelatîbûnê were nûkirin.
Bernameya "Civînên Destûra Nû" ya ku ji aliyê Komeleya Lêkolînên Hiqûqî (HUDER) hatiye amadekirin û ji aliyê Birêveberiya Giştî ya Têkiliyên bi Civaka Sivîl a Wezareta Karên Navxwe ve hatiye piştgirîkirin, li Hola Konferansê ya Zanîngeha Bakîrçay a Îzmîrê hat lidarxistin.
Bînalî Yildirim li wê derê gotarek pêşkêş kir.
Yildirim got: "Pênaseya hevwelatîbûnê di destûra nû de helbet dikare di ber çavan re were derbaskirin.
Naverokeke nû dikare were çêkirin ku ne nasnameyeke etnîkî diyar bike yan derxe pêş, lê giringiyê bide hevwelatîbûnê, bêyî ku li nasnameya etnîkî ya kesî binêre."
Yildirim da zanîn ku "rêxistinên terorê" mijarên "zimanê dayikê" dikin rojev û got:
"'Navê dewleta me, Dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Di pênaseya hevwelatîbûnê ya di destûrê de dibêje 'Her kesê ku bi girêdana hevwelatîbûnê bi vî welatî ve girêdayî ye Tirk e'.
Li ser vê mijarê dibêjin 'Ji bilî Tirkan mafê jiyanê li welatê me tune ye'. Tiştekî wisa nîne, ev pênaseya neteweyek e û hêmanên vê neteweyê hene."
"Destûra 1982yan 23 caran hat guhertin"
Serokê Konseya Aksakallarê ya Rêxistina Dewletên Tirk (TDT) Bînalî Yildirim, di axaftina xwe de anî zimên ku di Destûra 1982yan a ku di meriyetê de ye 23 caran guhertin hatiye kirin.
"Çar madeyên destpêkê yên nayên guhertin encama 100 salan e"
Yildirim diyar kir ku girîngiyê didin destûreke sivîl a ku ji bo Tirkiyeyê hewce ye û got:
"Çar madeyên destpêkê yên destûra Tirkiyeyê ku nayên guhertin encama daneheva 100 salan e. Ne tiştekî ye ku ji nişka ve hatibe danîn.
Avahiya dewleta yekgirtî, demokratîk, laîk û komarê, emaneta Ataturk û hevalên wî yên çekan e. Li ser vê tu kes nikare tiştekî bike û mijarê bide nîqaşkirin."
"Pênaseya hevwelatîbûnê dikare were nûkirin"
Yildirimî destnîşan kir kesên ku piştgiriyê didin rêxistinên terorê mijara "zimanê dayikê" tînin zimên û wiha dewam kir:
"Navê dewleta me, Dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Di pênaseya hevwelatîbûnê ya di destûrê de dibêje 'Her kesê ku bi girêdana hevwelatîbûnê bi vî welatî ve girêdayî ye Tirk e'.
Li ser vê mijarê dibêjin 'Ji bilî Tirkan mafê jiyanê li welatê me tune ye'. Tiştekî wisa nîne, ev pênaseya neteweyek e û hêmanên vê neteweyê hene.
Em hezar sal in li van axan in, Kurd, Tirk, Suryanî, Abaza û Çerkez hene. Pênaseya hevwelatîbûnê di destûra nû de helbet dikare di ber çavan re were derbaskirin.
Naverokeke nû dikare were çêkirin ku ne nasnameyek etnîkî diyar bike yan derxe pêş, lê giringiyê bide hemwelatîbûnê, bêyî ku li nasnameya etnîkî ya kesî binêre.
Ev dibe ku hin komên etnîkî ji hizra ku ew hatine îhmalkirin rizgar bike."
Yildirim giringiya xurkirina şaredariyan ji aliyê çavkanî û desthilatê ve di destûra nû de anî zimên.
"Divê di dema herî kurt de destûreke sivîl were çêkirin"
Yildirim tekezî li ser wê yekê kir ku Tirkiye ji ber cîgeha xwe ya erdnîgarî her dem di nava gefan de ye û got:
"Dora me bi bêîstiqrarî, bixeter û gefan hatiye dorpêçkirin. Di bin van hemû şert û mercan de Dewleta Komara Tirkiyeyê neçar e ku bihêz li ser lingan bimîne.
Ji bo vê jî pêwîstî bi îstiqrar, ewlehî û ya herî girîng rêberekî bihêz heye Ji ber vê divê rêya namzetbûna Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan were vekirin.
Destûra nû divê li vê jî were. Pêwîst e ku dema herî kurt de destûreke sivîl were çêkirin û rêya namzetbûna Serokkomarê me Erdogan were vekirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse