EDÎRNE - Peyamnêr û kameramanê Rûdawê hatin desteserkirin

01-03-2020
RÛDAW
Rawîn Stêrk, Peyamnêrê Rûdawê li Stenbolê
Rawîn Stêrk, Peyamnêrê Rûdawê li Stenbolê
Nîşan Rawîn Stêrk Rûdaw Koçber Edîrne Pazarkule Mehmet Şîrîn Akgun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Peyamnêr û kameramanê Rûdawê dema ku rûmala rewşa koçberan dikirin li ser sînorê Bulgaryayê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.

Piştî ku Tirkiyê biryar da êdî rêgiriyê li ber koçberan nake, ev du roj in bi dehan hezar koçberên ji welatên ciyawaz li Tirkiyê, berê xwe dane sînorê Yunan û Bulgaryayê û hewl didin xwe bigihînin welatên Ewropayê.

Peyamnêrê Rûdawê li Stenbolê Rawîn Stêrk û kameraman Mehmet Şîrîn Akgun, li Pazarkuleya Edîrneyê dema ku rûmala rewşa koçberan û herwiha meş û hewldanên wan ên ji bo derbasbûna bo welatên Ewropayê dikirin,  ji aliyê polîsê Tirkiyê ve hatin desteserkirin.

Heta niha ji aliyê polîsê Tirkiyê ve derbarê sedema desteserkirina peyamnêr û kamermanê me de daxuyaniyek nehatiye belavkirin.

Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) jî nerazîbûn nîşanî desteserkirina rojnamevanan de. Wê rêxistinê li ser hejmara xwe ya Twîtterê amaje bi desteserkirina  peyamnêr û kameramanê Rûdawê kir û ragihand, “Karkirina gelek rojnamevanan bi hinceta ‘pişkinînan nasname’ tê astengkirin.”

Herwiha di daxuyaniya RSFê de hatiye tekezkirin ku gilî gihiştine ber destê wan ku hêzên emnî cudakariyê di navbera rojnamevanan de dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst