Nêrîna welatiyên Tirk li ser dersa bijarte ya Kurdî

01-02-2022
Omer Sonmez
Nîşan Dersa Kurdî Stenbol Tirk Kurd
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Hin tirkên ku li Stenbolê dijîn, di derbarê dersên bijarte yên Kurdî de dibêjin “her kes dikare her zimanekê ku bixwaze hîn bibe”, hin ji wan jî li dijî dersên Kurdî derdikevin û dibêjin, “Kurdî ne hewce ye.”

Proseya dersên bijarte li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji roja 3yê Çileya 2022an ve berdewam e û dê 7ê Sibatê bi dawî bibe. Her wiha kampanyaya bo hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî jî her diçe berfirehtir dibe û li bajarên Tirkiyê jî dest pê dike.

Li gel piraniya sazî û partiyên Kurdan çend partî û aliyên Tirkan jî piştgirî didin dersa Kurdî.

Tîma Rûdawê ya li Stenbolê ji bo nêrîna malbatên Tirk li ser dersa bijarte ya Kurdî hîn bibe daket qada Bakirkoy a Stenbolê û ji welatiyên Tirk pirsî; “Nêrîna te li beramber dersa bijarte ya Kurdî çi ye? Û Te zarok an neviyên xwe bo Kurdî qeyd kiriye an difikirî qeyd bikî?”

Buket Kaya, welatiyekî Tirk ê niştecihê Bakirkoy a Stenbolê ji Rûdawê re ragihand, “Ez li dijî vê dernakevim. Bêguman her kes dixwaze zimanê xwe yê dayikê hîn bibe. Çima neyê hînkirin? Lê divê zimanê me yê fermî bi Tirkî be. Hînbûna zimanê dayikê tiştekê sûdmend e. Lewra piraniya malbatên Kurd bi Kurdî diaxivin. Em ji Kurdan jî hez dikin. Jixwe em bi wan re bûne yek jî. Çima cudahî bê kirin?”

Welatiya bi navê Hatice Konca li dijî dersa Kurdî derdikeve û daxwaza ji bo dersa Kurdî li Tirkiyê weke daxwazeke siyasî di bi banê Kurdayetiyê de bi nav dike. Hatice Konca bi gotina jixwe êdî Kurd nemane dibêje ku hewce nake dersa Kurdî hebe.

Konca got, “Kurdî zimanekî navdewletî nîne. Ji bo me zimanekî herêmî ye. Li gorî min tiştekê baş nîne ku bi wî zimanî ders bê dayîn. Jixwe malbatên Kurd bi wî zimanî diaxivin.Jixwe êdî Kurd jî neman. Kurd û Tirk em pêkve bûne yek û em bûne xizmên hev. Lê ev daxwaz di bin banê Kurdçîtîyê (Kurdayetî) de daxwazeke siyasî ye.”

Welatiya bi navê Sevil Uslu jî dersa Kurdî normal dibîne û dibîje, “Pir normal e ku dersa bijarte ya Kurdî jî hebe. Ger Ingilîzî hebe çima Kurdî jî nebe. Ji bo min problem tune.”

Naim Kızıl, niştecihekî din ê Stenbolê li ser dersa bijarte ya Kurdî got, “Hînbûna zimanan hêsan û tiştekê xweş e. Dema ez çûbûm Arjantinê min xwe wek lalikan didît. Bila her kes zimanek hîn bibe. Bila Zaza jî Çerkez jî, her kes zimanê xwe hîn bibe. Yanê çi zirara vê yekê heye.”

Hejmara zarokên Tirk ku xwe bo dersa Kurdî tomar kirine ne diyar e, lê weke tê zanîn hejmara Tirkên ku Kurdî fêr bûne pir pir kêm in.

Li Tirkiyê bes zimanê Tirkî fermî û zimanê perwerdeyê ye.

Rûdawê ji heman welatiyan pirsek din pirsî. Pirsa duyem a Rûdawê ji wan kesan ev bû; Te zarok an neviyên xwe bo Kurdî qeyd kiriye an difikirî qeyd bikî?

Bersiva wan welatiyên Tirk ên niştecihê Stenbolê jî balkêş e.

Buket Kaya wiha bersivê dide, “Naxêr. Yanê bi vî awayî ez nadim hilbijartin. Ji ber ku ev ziman bi temamî ji min dûr e. Lewra ez bi eslê xwe ji Yugoslavyayê hatime. Ez dixwazim ku neviyên min Boşnakî hîn bibin. Lewra ev zimanê bav û kalên me ye. Erê bila Kurdî hîn bibin, lewra fêrbûna zimanan tiştekê pir xweş e. Lê dê bi vî zimanî xîtabî kî bikin.”

Hatice Konca dibêje, “Na min dê nedaya hilbijartin. Lewra hewce nake. Ev zimanekî herêmî ye. Yanê tu biçî li Almanya û Brîtanyayê Kurdî heye, na. Bes Kurdî li hin herêmên sînordar ji aliyê hin mirovan ve tê axaftin û hew. Ji loma hewce nake.”

Sevil Uslu wiha bersiv dide, “Na min nedixwest. Yanê wê pêdiviya zarokan pê çênebe. Yanê em zarokan bi Erebî didin xwendin, na. Wek wî bifikirin. Lê em girîngiyê didin İngilîzî. Tirkî jî zimanê min ê dayikê ye jixwe.”

Naim Kizil dibêje, divê her kes karibe zimanê xwe hîn bibe û tekez dike, “Zimanê dayikê nayê jibîrkirin. Bila şaş neyê fêmkirin bi siyasetê re tu eleqeya min nîne. Ziman ziman e, nayê jibîrkirin. Dema tu nexweş ketî zimanê xwe nizanibî tu dê çawa derdê xwe bêjî? Niha Kurdî hilweşiyaye. Lazim e her kes karibe zimanê xwe hîn bibe.”

Kampanyaya bo hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî berfirehtir dibe

Xwendekarên dibistana navîn yên polên 5-6-7 û 8 dikarin heta 7ê Sibatê serî lê bidin û di nava dersên bijarte de, dersa Kurdî (Kurmancî, Zazakî) hilbijêrin.

Hin alî bo malbatên Tirk jî banga hilbijartina dersa Kurdî dikin.

Li gel zimanê Kurdî hin ziman û zaravayên din jî wek dersa bijarte cih digrin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst