Li ÎSMEKê serlêdanên kursên Kurdî dest pê kir

01-02-2022
RÛDAW
Nîşan ÎSMEK Kursên Kurdî Serlêdan Enstîtu Stenbol ÎSMEK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serlêdanên heyama duyemîn a dersa zimanê Kurdî yên li Kursên Perwerdehiya Hunerî û Pîşeyî (ÎSMEK) a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) dest pê kir.

Li navendên fêrgehên Enstîtu Stenbol ÎSMEKê ev sê sal in li ser hev dersên zimanê Kurdî tên dayîn. Kesên ku dixwazin di heyama nû de beşdarî kursa Kurdî bibin, dê bikaribin xwe lê tomar bikin.

Kursên Kurdî, li 6 navçeyên Stenbolê ku nifûsa Kurdan lê zêde ne; li Uskudar, Esenyurt, Şişli, Avcilar, Bagcilar û Kadikoyê, li navendên fêrgehên Enstîtu Stenbol İSMEKê, di 2 astên cuda de dê bên dayîn.

Herwiha Kursên Kurdî dê bi zaravaya Kurmancî di astên A-1 û A-2 de bê dayîn û perwerde di nav hefteyê û dawiya hefteyê de rû bi rû bêne kirin.

Heyama yekem a dersên zaravaya Kurmancî di 7ê Cotmehê de dest pê kiribûn.

Kursa zimanê Kurdî wê ji bo 3 mehan bi maweya 120 saetî berdewam bike û dê piştî kursê ji bo kesên serkeftî belgename jî bê dayîn.

Kesên ku dixwazin beşdarî kursên Kurdî bibin, dikarin bi rêya onlineê jî serîlêdanê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst