Îdlib: Di topbarana artêşa Sûriyeyê de 2 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn

31-12-2023
RÛDAW
Nîşan Îdlib Artêşa Sûriyeyê Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê di topbarana artêşa Sûriyeyê de 2 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.

Bajarê Îdlibê yê bakurê rojavayê Sûriyeyê di bin kontrola Desteya Tehrîr el-Şamê de ye.

Ambûlansên tîma Parastina Sivîlan, Kumspiyan qurbaniyên topbarana artêşa Sûriyeyê li bazarekê veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Rêveberê beşa hawarçûnê ya Nexweşxaneya Îdlibê Îsmaîl Hesen got:

“Me 16 birîndaran pêşwazî kirin ku ji ber topbarana dijwar a hêzên rejîma Sûriyeyê y ali bazara Îdlibê birîndar bûbûn.

Du şehîd hene û piraniya kesên din jî birînên wan giran in. Du birîndar di bin neştergeriyê de ne.

Hemû kadroyên me di amadebaşiyê de ne. Bajar berdewam tê topbarankirin lewra tîma me herdem di amadebaşiyê de ye.”

Topbarana hêzên hikûmetê bi şev bû. Kesên ku canê xwe ji dest daye jî koçberên navçeya Çiyayê Zawiyeyê yê başûrê Îdlibê ne.

“Bi du mûşekan hat armanckirin”

Endamekî Kumspiyan Sadedîn Xetab anî ziman:

“30ê Kanûna Pêşînê, nêzîkî demjimêr 8ê êvarê, bajarê Îdlibê ji aliyê rejîmê ve bi du mûşekan hat armanckirin.

Navçeya bazara gelêrî hatiye armanckirin. Tîmên me berê xwe da cihê bûyerê.

Birîndar û şehîd hene, du şehîd in, zilam û zarokek. Tîmên me birîndar veguhastin nexweşxaneyên nêzîk ên bajêr.”

Li gorî rapora tîma Parastina Sivîlan, Kumspiyan a dawiya 2023yan, ji ber topbarana artêşa Sûriyeyê û bombebarana firokeyên Rûsyayê yên li parêzgeha Îdlibê, 164 kesan canê xwe ji dest daye ku di nav wan de 46 zarok hene, herwiha 684 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî jî ji ber topbarana artêşa hikûmetê û bombebarana firokeyên Rûsyayê zêdetirî 120 hezar kesî derbider bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst