‘Tirkiyeyê axa Sûriyeyê dagir kiriye, divê derkeve’

12-11-2024
RÛDAW
Çekdarên komên nêzîkî Tirkiyeyê/Wêne: Ji ber dîmenan
Çekdarên komên nêzîkî Tirkiyeyê/Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Sûriye Tirkiye Dagirkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mafnasên Ereb li Şamê li hev civiyan û wan diyar kir ku Tirkiyeyê axa Sûriyeyê dagir kiriye.

Li Şama paytexta Sûriyeyê mafnasên Ereb civiyan û pirsgirêkên herêmê gotûbêj kir.

Di civînê de pirsa dagirkirina axa Sûriyeyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve cihê nerazîbûnê bû.

Mafnasê Libnanî Mihmed Teyf li ser mijarê anî ziman:

“Tirkiye dagirker e, çi bi awayekî rasterast an jî ne rasterast be, îdia dike ku mafên wê li Sûriyeyê hene.

Ev pirs kevn e, wê bi xwe beşekî axa Sûriyeyê ji berê de biriye lê niha ne wextê vê pirsê ye.

Divê Tirkiye êrişên xwe yên nû li ser Sûriyeyê rawestîne, divê em ji ahenga nîfaqê ya Tirkiyeyê xelas bibin, ku dibêje ew serwerî û yekîtiya axa Sûriyeyê diparêze!

Ew bi xwe axa Sûriyeyê dagir dike û piştgiriya pêkhateyên xwe dike ku ew kes jî wekîlên wê yên li Sûriyeyê.”

Mafnasên Ereb destnîşan kir ku Tirkiye bi hinceta Peymana Edeneyê derbasî Sûriyeyê bûye ku peyman qet rê nade Tirkiyeyê ku axa Sûriyeyê dagir bike.

Şêwirmendê Hikûmeta Îraqê Hadif El-Rikabî jî got:

“Tirkiye hewl dide sînorên xwe berfireh bike, rewşa welatên cîran aloz bike, bi taybetî jî li Sûriye û Îraqê.

Tirkiye dixwaze serdestiyê bike û serdema Selteneta Osmaniyan a winda vegerîne.”

“Peymana Edeneyê hatiye binpêkirin”

Pisporê Yasaya Navneteweyî Elî Fedlellah da zanîn:

“Di warê yasayî de Carnameya Neteweyên Yekbûyî rê nade dewletan ku bi awayekî rasterast destwerdanê di karûbarên dewletên din de bikin.

Gelo Hikûmeta Sûriyeyê yan a Îraqê rê daye Tirkiyeyê ku derbasî van welatan bibe?

Eger hinceta yasayî ya Tirkiyeyê Peymana Edeneyê be, divê em bibêjin ku ev peyman tenê rê dide li peyçûna grûpan, rêkeftin tenê behsa vê yekê dike.

Tişta ku çêbûye ev çend sal in Tirkiyeyê axa Sûriyeyê dagir kiriye.

Gelo Tirkiye qebûl dike ku hêzên Sûriyeyê derbasî nav axa wê bibin li gorî Edeneyê?

Bi nerîna min Peymana Edeneyê hatiye binpêkirin.”

Di navbera salên 2016 û 2019an de artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê sê operasyonên leşkerî li nav axa Sûriyeyê pêk anîn.

Di encama operasyonan de çend bajar û bajarokên li bakurê Heleb û Idlibê û bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê dagir kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst