HELEB - Di topbarana artêşa Sûriyeyê de 5 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn

18-12-2023
RÛDAW
Nîşan Heleb Artêşa Sûriyeyê Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Sûriyeyê bajarokê Daret Ezayê yê parêzgeha Helebê topbaran kir, 5 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Hêzên mixalefetê li vê herêma ku hatiye topbarankirin dimînin.

Tîmên Parastina Sivîlan (Kum Spî) bi hawara wan ve çûn.

Endamekî tîmên Parastina Sivîlan (Kum Spî) Sair Ubêd got:

“Ev der Daret Eza ye, hêzên hikûmetê taxên sivîlan topbaran kirin, heta niha 5 kes şehîd ketine û gelek birîndar hene ku birînên hinekan giran in.”

Li gorî Kum Spiyan kesên ku canê xwe ji dest daye sivîl in ku di nav wan de jineke ducanî jî heye.

“Firoşgeh û malên sivîlan kirin armanc”

Endamekî din ê tîmên Parastina Sivîlan (Kum Spî) Ehmed Bekar jî anî ziman:

“Hêzên hikûmetê li Daret Ezayê firoşgeh û malên sivîlan  kirin armanc, di encamê de li vî cihî tenê sê şehîd hene. Herwiha li cihekî din jî mêr û jinek şehîd ketine.”

Rêxistina Kum Spiyan diyar kir ku ji Çiriya Pêşînê ve li Îdlib û rojavayê Helebê di encama bombebarana artêşa hikûmetê û balafirên Rûsyayê de zêdetirî 70 kesî canê xwe ji dest daye.

Heman rêxistinê diyar kir ku 350 kes jî birîndar bûne û nêzîkî 90 saziyên xizmetguzariyê jî zerer dîtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst