SOHR: Welatiyekî Sûriyeyî bi şkenceya leşkerên Tirkiyeyê hat kuştin

18-11-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Şkence Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên sînorî yên Tirkiyeyê welatiyekî Sûriyeyî bi şkenceyê kuşt û 2 kesên din jî bi giranî birîndar kirin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), 3 welatiyên Sûriyeyî doh dema ku hewl da bi rêya qaçaxçiyan ji Amûdê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatin girtin.

SOHRê da zanîn ku her sê welatiyên Sûriyeyê ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve bi tundî hatin şkencekirin û pişt re ew bi birîndarî avêtin aliyê din ê sînor.

Li aliyê din, Ajansa nûçeyan North Pressê jî ragihand ku Xelef Yasir El Cumaayê 28 salî yê ji navçeya Meyadînê ya parêzgeha Dêrezorê ji ber şkenceyê li xweşxaneyê miriye.

North Pressê diyar kir ku 2 ciwanên din ên ku ji ber şkenceyê bi giranî birîndar bûbûn li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Li gorî SOHRê, ji destpêka 2024an 18 sivîl ji aliyê hêzên sînorî yên Tirkiyeyê ve hatine kuştin û 40 sivîl jî birîndar bûne ku di nav wan de 2 zarok jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst